​​​​​​​Derdora sefaretxaneya Amerîka ya li Bexdayê hate topbarankirin

Hate ragihandin ku moşek li derdora sefaretxanaya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin.

​​​​​​​Derdora sefaretxaneya Amerîka ya li Bexdayê hate topbarankirin
26 ÇILE, 2020   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP‘ê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî ewlehiyê 5 moşek li nêzî sefaretxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin.

Ajansa Reutrsê jî ragihand ku 4 moşek ketin.

Lîderê Olî yê Tevgera Sedir Muqteda Sedir roja Înê li dijî hebûna Amerîka ya li Iraqê banga xwepêşandeke mezin kir.