Guhertinek di helwesta Îranê de.. ne dûr e em û Washington bikevin nava danûstandinan

Îranê îro ragihand ku ne dûr e ew bi Washingtonê re têkevin danûstandinan piştî kuştina Qasim Suleymanî, bi wê yekê guhertineke mezin di helwesta Îranê de piştî redkirina navbeynkarên Oman û Qeter ên berê, çêbû.

Guhertinek di helwesta Îranê de.. ne dûr e em û Washington bikevin nava danûstandinan
25 ÇILE, 2020   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf wiha got: Ne dûr e ku Tehran danûstandinan bi Wahingtonê re pêk bîne, piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis Qasim Suleymanî, lê bi şerta ku rêya xwe biguhere û cezayan rabike.

Zerîf ji rojnameya "Der Spiegel" a almanî re diyar kir ku, kuştina Suleymanî ew destpêka vekişandina hêzên Amerîkî li Iraqê bû û dibe ku ji herêmê be, Îranê gelek zirar gihand DYA`yê.

Zerîf wiha got: "DYA`yê bi hemû hêza xwe ya leşkerî nekarî pêşî li ber moşekên Îranê di hedefgirtina baregehên leşkerî li Iraqê bigre."

Ew yek guhertineke mezin di helwesta Îranê de çêkir, ku beriya niha navbeynkariya Qeterê ji bo rawestandina nakokiya di navbera wê û Amerîka de piştî kuştina Qasim Suleymanî.

(jo)