Ji KCD`ê têkildarî erdheja ku şevê din li Bakurê Kurdistanê çêbûye banga xwedîderketinê

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) got: “Em ji kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji xwedayê xwe rahmê ji tevahî malbatên erhejzedeyan û gelê xwe re sersaxiyê û ji brîndaran re jî şîfayê dixwazin.”

Ji KCD`ê têkildarî erdheja ku şevê din li Bakurê Kurdistanê çêbûye banga xwedîderketinê
25 ÇILE, 2020   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

KCD`ê têkildarî mjarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand li ser van xalan:

“Navend navçeya Xoxê ya girêdayî Xarpêtê, li Meletî, Amed, Êlih, Çewlik, Mêrdîn, Semsûr û hin bajarên din ji ber erhêja pêk hatî di nava gelê me de rê li ber xemgîniyek mezin vekir.

Ji ber erdhejê bi dehan hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî sivik û giran birîndar bûn.

Ji bo hin zêde windahiya can çênebe em bang li tevahî gelê xwe, saziyên pêwendîdar û rêxistinên saziyên sivîl dikin ku bi erka xwe rabin û bikevin nava seferberiyê.

Wekî Kongreya Civaka Demokratîk em ji kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji xwedayê xwe rahmê ji tevahî malbatên erhejzedeyan û gelê xwe re sersaxiyê û ji brîndaran re jî şîfayê dixwazin.

Di serî de gelê xwe em bang li tevahiya civaka navneteweyî dikin ku bi gelê Xarpêtê û erhejzedeyan re di asta herî bilind de bikevin nava piştevaniyê.