Rêvebriya Xweser careke din banga diyalogê li Şamê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga xwe ji hikumeta navendî ya Sûriyê re ji bo diyalogê û danûstandinan ji bo çareseriya aloziyê, dûbare kir.

Rêvebriya Xweser careke din banga diyalogê li Şamê kir
25 ÇILE, 2020   10:34
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR – ŞÎNDA EKREM

Roj bi roj aloziya Sûriyê telihev dibe, ew yek di encama serhişkiya hin aliyên Sûriyê û şoreşa Sûriyê ji rêya xwe derket û bû şoreşeke tenê çekdarî û destwerdanên derve, Rêveberiya Xweser û ji dema damezrandina wê cara yekemîn li herêma Cizîrê sala 2014`an, diyalogeke cidî bi rejîma Sûriyê re vekir, lê heta niha rejîmê tu gavên cidî neavêtin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid Mihbaş ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Fikrên damezrandina Rêveberiya Xweser pişta xwe dide ser lingên sereke, ew jî rêgeza netewa demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Mihbaş destnîşan kir ku aloziya Sûriyê ev 10 sal e rû dide, ji ber ku şoreşa Sûriyê bû çekdarî,  di encama wê de gelek sazî, kargeh û binesazî hatin rûxandin û wiha dewam kir: "Li şûna ku bispêrin danûstandinan û diyalogê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, hin aliyan berî dan leşkertiya şoreşa Sûriyê û şerkirinê, paşê kargeh bombebaran kir û binesaziya hemû piraniya herêmên Sûriyê rûxandin."

Her wiha Mihbaş destnîşan kir ku berpirsyariya girêkirina aloziya Sûriyê li ser hin aliyên ku serê xwe hişk dikin ên ku daxwazên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikirin, hildigirin û wiha got: "Ji roja yekemîn a aloziya Sûriyê, me piştrast kir ku aloziya Sûriyê bi leşkertiyê çareser nabe, lê divê bi diyalog, danûstandinan û nîqaşa di navbera hemû gelê Sûriyê de tevî hemû pêkhateyên wê û li ser xaka Sûriyê, çareser bibe."

Mihbaş da xuya kirin ew amade ne û destê xwe ji rejîma Sûriyê re dirêj dikin da ku careke din diyalogê bikin û wiha domand: "Di van rojan de ku salvegera rêvberiyên xweser e, em careke din destê xwe ji hikumeta navendî li Sûriyê re dirêj dikin û careke din banga diyalogê di navbera gelê Sûriyê ji bo çareseriya Sûriyê dikin."

(jo)

ANHA