Pêşeroja zarokên kampa herî xeter “Hol” di cîhanê de çi ye?

​​​​​​​Rêveberiya kampa Holê der barê çarenûsa zarokên di kampê de û pêşeroja wan a ne diyar, metirsiyên xwe diyar kir. Ji ber ku di aliyê danûstandinên bi wan re zehmetî heye, di heman demê de kêmbûna navendên lênerîna zarokan û tinebûna kadroyên pispor di aliyê lênerînê de.

Pêşeroja zarokên kampa herî xeter “Hol” di cîhanê de çi ye?
Pêşeroja zarokên kampa herî xeter “Hol” di cîhanê de çi ye?
Pêşeroja zarokên kampa herî xeter “Hol” di cîhanê de çi ye?
Pêşeroja zarokên kampa herî xeter “Hol” di cîhanê de çi ye?
Pêşeroja zarokên kampa herî xeter “Hol” di cîhanê de çi ye?
Pêşeroja zarokên kampa herî xeter “Hol” di cîhanê de çi ye?
25 ÇILE, 2020   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hezeran malbatên çeteyên DAIŞ`ê têde ne ku piraniya wan jin û zarok in di vê der barê de daxuyaiyek da. Daxuyaniya rêveberiya kampê wiha ye:

"Kampa Holê 40 km rojhilatê bajarê Hesekê ye. Ji mezintriîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Nêzî 68 hezar û 223 kes û 18 hezar û 132 malbat dikarin têde bijin. Rêjeya zarokan ji sedî 65 ji niştecihên kampê ne. Zarokên ji Sûriyê (18 hezar û 79), yên ji Iraqê (19 hezar û 203), zarokên penaber (7 hezar û 158). Bi vê yekê hejmara giştî zarokên di kampê de 44 hezar û 440 ji wan herî kêm 224 zarokên sêwî ne ji wan (104) zarok di navendên lênerînê de ne. Der barê çarenûs û pêşeroja zarokan ne zelalî  heye û bi taybet zarokên sêwî ku dê û bavên wan di şer de di nava rêxistina radîkal de hatine kuştin. Tevî ku rêxistinên di aliyê lênerîna zarokan de dixebitin hene û gelek navendên ku li zarokên sêwî dinihêrin lê ew zarok gelek pirsgirêkan dijîn ji wan:

-Ji ber dîtina bûyerên bi êş ji komkujî, kuştin û êşkencekirin di dema dewleta Îslamî de her tim ew zarok xemgînin û melûlin ji ber ew tu tiştî der barê çarenûsa xwe û pêşeroja xwe ya ne diyar de nizanin, ji her tiştî mehrûmin ji ber dewleta Îslamî zarok dûrî dê û bavên wan dixistin da ku wan fêrî şêwazên şer û ezberkirina quranê dikir.

- Zarokên sêwî nikarin di kampê de bijîn û tev li jiyana li kampê bibin, çûna dibistanan û spandina tevlêbûna civakên dîtir red dikin, ji ber civakên dîtir di baweriyên wan de civakên kafir an jî dijber in.

- Piranî zarok nexweş dibin, ew jî bi sedema tunebûna çarçoveyeke tenduristî weke kêmbûna derman û tunebûna beşên pirspor di hundirê kampê de,  her wiha ji ber ku navendên tenduristiyê jî bi zêdebûna hejmara sêwiyan re kêm in ku dibe sedema nexweşiyan.

- Li gel zarokan nezanî sewrer e, ew jî bi sedema tunebûna tîmeke pispor di aliyên danasînê de û neşandina van zarokan a dibistanên di hundirê kampê de.

- Piranî zarokên sêwî ku di navendên sêwî de ne  temenê wan 3 sal derbas nekirine û tîmên dixebitin nikarin nasname û hemwelatibûna wan bizanibin, ew jî danûstandinê dijwartir dike.

Her wiha beşekî zarok li gel xizm an jî kesên ku xwedî li zarokan derdikevin, dimînin. Lê ev xwedîkirineke demkî ye. Li aliyekî din jî hin zarokên sêwî di kampê de hene, hê tu kes nehatine agahdarkirin.

Em wek rêveberiya kampa Holê, metirsî û fikarên xwe der barê çarenûsa van zarok û pêşeroja wan a nediyar de raber dikin û her wiha gelek astengiyan der heqê çawaniya danûstandina bi wan re dikişînin. Ew jî bi sedema kêmbûna navendên xwedîkirina zarokan, piştevanî û kêmbûna kadroyên pispor di aliyê dansînê de ne. Kadroyên heyî yên herêmî ne û tu perwerdeyên pisporiyê nedîtine, tenê mijarên wan der heqê girîngiya tenduristiyê de bûn û tu pewerdeyên têkildarî çawaniya guhartina fikir, jiyankirin û danûstandina zarokan bi hev re, nedîtine.

Pirsa ku xwe dide der ew e, çarenûsa van zarokên sêwî yên di kampê de ligel van hemû astengiyan çi ye? Dê çawa bi vê mijarê re bidin û bistînin?

Rêveberiya Xweser barê xwedîkirina zarokan hildaye ser xwe û pêşniyar vekirina gelek navendên hewandinê bi rêya piştgiriya rêxistinê û komeleyan dike û pisporên xwedîkriina zarokan bên erkdarkirin. Da ku fikr û rêbaza wan zarokan di danûstandinê de û nêzbûna ji zarokên dîtir biguherin û her wiha hewl bidin hedefên pêşerojê yên wan zarokan diyar bikin û nêrîna wan ji civakê re bê guhartin.

Her wiha em wekî rêveberiya kampê bang li hikumet û dewletan dikin ku têkiliyê bi Rêveberiya Xweser re deynin da ku welatiyên xwe bibin, bi taybet zarokan. Ji ber ku hebûna wan di kampê de, demkî, neyênî ye û fikra zarokan bi pêş naxe ku bi wê re jî bandorê li mejiyê zarok di pêşeroja nêz de dike.

Rêveberiya Xweser gelek caran diyar kir ku amade ye ku hevkariyê bi dewletan re pêk bîne da ku bigihîne çareseriyekê bi taybet der barê zarokên penaber ên biyanî, ji bo vegerandina wan li welatên wan û ji nû ve bi civakên nû re jiyan bikin û pêşerojeke tijî pêşbînî jiyan bikin.

(bx-fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oH4WMB6NCow" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>