​​​​​​​Rojeva  rojnameyên erebî- 25 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa tevgerên Amerîkayê yên li ser sînorê Sûriyê-Iraqê, destwerdana Tirkiyê li dewletên herêmên û xwepêşandanên Iraqê, kir.

​​​​​​​Rojeva  rojnameyên erebî- 25 Çile
25 ÇILE, 2020   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: 10 BERGIRIYÊN AMERÎKAYÊ LI SER SÎNORÊ SÛRIYÊ-IRAQÊ LI "HEMBER ÎRANÊ"

Rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide hebûna leşkerî li ser her du aliyên sînorê Sûriyê-Iraqê ji ber gelek sedeman, geş bike da ku li hember Îranê bisekine. Ew jî bi rasthatina fişarên Bexdayê li ser rewşa pêşeroja hebûna Amerîkayê û fişarên ji hêla Rûsyayê de der barê geşkirina leşkerî li Rojhilatê Firatê, pêk hat.

Li gorî agahiyên ji rayedarên rojavayî ku bi dest Şerq El-Ewset ketine, 10 pêşniyarên der barê daxwazên siyasetmedarên Iraqê yên li ser lêkolînkirina hebûna Amerîkayê û parastina li ser alavên li"hember Îranê" hene û wiha ne;

1-Çi lêkolîna li ser hebûna Amerîkayê pêk hatin, divê mijarên dîtir ji aliyê leşkerî berfirehtir bên nîqaşkirin, her wiha nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê Jams Jeffrey pêncşemê wiha ragihand: "Divê rayedarên Iraqê bi têkiliyên dualî yên ku mijara hembûna Amerîkayê derbas dikin, bifikirin."

2-Balkişandina li ser "NATO" ya lîstina rola mezin di şerê li dijî DAIŞ’ê de heke Washingtonê biryar li gorî lihevkirina bi Bexdayê re da ku ji nû ve belav bibe yan jî mijûlbûna hêzên Amerîkayê bi parastina xwe piştî bilindbûna fişar û nakokiyên dawî bi taybet li pey kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis Qasim Suleymanî û dê ev bend jî bibe mijara danûstandinên civîna Koalîsyona Navdewletî ya li Danîmarkê ya çarşema bê de.

3-Lêkolîna bi serokê Herêma Kurdistanê re der barê zêdebûna hebûna leşkerî çi ji hejmar an jî baregehên leşkerî dibe de. Her wiha çavkaniyên istîxbaratî duh ragihandin ku hin pêşniyar hene ku dê nuqte yan jî baregehên leşkerî li nêzî Sulemaniyê, başûrê Erbîlê û nêzî Helebçe bên danîn.

Di naveroka pêşniyaran de hat ku hejmara hêzên Amerîkayê ji 500 bibe 2 hezar leşker ligel 5 hezarên li Iraqê hene. Dîplomatan got ku amadekariya belavkirina hêzê li Kurdistanê bi hedefa parastina baregehên leşkerî li hember zêdebûna xeteriyan e.

4 -Temamkirina di navbera hebûna leşkerî li rojavayê Iraqê û rojhilatê Sûriyê, ji ber ku piranî hêzên di destpêka salê de ji rojhilatê Firatê kişîne, li Kurdistana Iraqê bi cih bûne. Bi wê re jî hejmara hêzên Amerîkayê ji hezarî daket 500 leşkerî ku li nêzî zeviyên petrolê li rojhilatê Firatê bi cih bûne.

5 -Parastina baregeha Tenefê ya li koşeya sînorê Sûriyê-Iraq û Urdinê bi hebûna 150 leşkerên Amerîkayê, tevî moşek û parastina asîmanî da ku rêya Tehran, Bexda, Şam û Beyrûtê qut bikin.

6  -Mayîna hebûna asîmanî ya Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê li asîmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mayîna hevalbendên sereke weke Brîtanya û Fransa li xaka şerê li dijî DAIŞ’ê û piştevaniya QSD’ê.

7 -Qedexekirina hêzên Sûriyê û rêxistinên Îranê ji pêşedehatina ji baregeha Tenefê û pêkanîna hîmên pevçûnan.

8  -Dûrxistina hêzên Rûsyayê ji xeta bi dirêjahiya Fiş Xabûrê li koşeya Sûriyê-Iraqê-Tirkiyê heta bakurê Bokemal li ser çema Firatê. Ev jî gelek caran pêk hat, dema ku dewriyeyên Amerîkayê rê li pêş polîsên Rûyayê girtin ku hewl didan xwe bigihînin Fiş Xabûr û deriyên rojhilatê Firatê yê li Kurdistana Iraqê.

9  -Pêkanîna peymana "qedexekirina şer" di navbera Rûsya û Amerîkayê de li asîmana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet piştî Moskovê pergala asîmanî li Qamişlo bi cih kir.

10 -Berdewama derbeyên nenas li dijî nuqteyên Îranê li Bokemalê, ku Tehranê li wir hewl da binesaziyekê çêke da ku bibe rêya altanatîf di navbera Tehran, Bexda, Şam û Beyrûtê de.

Li gorî agahiyan, şandeyeke Amerîkayê dê di çend rojên pêş de gerekê li London û Brokselê pêk bîne ku danûstandinê bi rayedarên Ewropayê der barê ferzkirina cezayên aborî de pêk bîne û her wiha li ser hevkariya pêngavan li Iraq û Sûriyê der heqê fişarkirina li ser Moskov û sekna li hember Tehranê piştî kuştina Suleymanî de, li hev bike.

EL-EREB: KÎ JI BO DARIZANDINA ERDOGAN Û EL-SERAC PIŞTÎ ÇETEKIRINÊ(LEŞKERKIRINA ÇETEYAN), DIXEBITE

Der barê destwerdana Tirkiyê ji dewletên herêmê re rojnameya El-Ereb wiha got:"Di aliyê qanûnî, exlaqî û cîhanî de toreya nêçîrkirina Serokkomarê Tirk Receb Tayyîb Erdogan û serokê Hikûmeta Wîfaq (Keraxila Lîbiya) Fayiz El-Serac ji bo darizandina bi tewana çetekirinê amade ye û li hêviya ku kî alavan bixe tevgerê ye."

EL-BEYAN: DI XWEPÊŞANDANÊN LI BEXDADÊ YÊN LI DIJÎ HIKÛMETÊ DE 2 KES HATIN KUŞTIN

Der berê rewşa Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha got:"Duh di xwepêşandnên li dijî hikûmetê li Bexdadê de 2 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn."

Çavkaniyekî got yek ji kesên hatiye kuştin bi guleyê hate kuştin û yek jî bi bombeya gazê hat kuştin.

Duh di saetên êvarê de di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşandêran de li ser rêya bilez a Mihemed El-Qasim li Bexdayê şer derket, her wiha Lêvegera olî Elî El-Sîstanî bang li partiyên siyasî yên li welêt kir ku hikûmeteke nû di zûtirîn dem de ava bikin û bang li hikûmetê kir ku li hember xwestek û nêrînên xwepêşandêran rêzdar bin û hişyarî der barê derengxistina pêkanîna sererastkirinan de da.

(fr-bx)