Zilfa du caran bi koçberiyê re rû bi rû maye

Xwedan serpêhatiyek cuda ye. Carekê ji ber çeteyên DAIŞ`ê û carekê ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê koçber dibe.

Zilfa du caran bi koçberiyê re rû bi rû maye
Zilfa du caran bi koçberiyê re rû bi rû maye
Zilfa du caran bi koçberiyê re rû bi rû maye
25 ÇILE, 2020   08:19
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêdetirî 300 hezar sivîl koçberî herêmên bi ewle bûn û ji wan bajarê Hesekê bû.Lewma Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê 64 dibistan û kampa Waşûkanî ji koçberan re veqetandin. Kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwênayê yê ku 12 km dikeve rojavayê navenda bajarê Hesekê hatiye vekirin.

Tevî lihevkirina di navbera artêşa Tirk-Rûsya û Amerîka ya derbarê agirbestê, lê hêj êrişên artêşa Tirk berdewam in û kiryarên hovane, qetilkirin, şewat, hilweşandina malan û armanckirina gundan pêk tîne.

Ji dema herêm hatiye dagirkirin, gelek malbatan zor û zehmetî kişandine, li gel vê yekê hin malbat du cara bi koçberiya bi darê zorê re rû bi rû mane. Ji wan malbatan malbata Zilfa Salih e.

Çîroka Zilfa Salih a ji gundê derdora kantona Kobanê cuda ye, du caran koçber dibe. Cara yekemîn ji ber êrişên artêşa DAIŞ`ê ji gundê xwe yê bi navê Kuneftar ê bajarê Kobanê koçber dibe. Cara duyemîn jî ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî Serêkaniyê koçber dibe.

Zilfa Salih destpêka axaftina xwe wiha anî ziman, ji ber topbarana artêşa Tirk em ji malên xwe derketin.

Zilfa tevî her çar keç û her du kurên xwe li navendên Hesekê dimîne û wiha got: “Ev 20 sala ez zewicîme. Di pişta hevserê min de disk heye û nikare kar bike. Ji bo zarokên xwe xwedî bikim, min çêlek xwedî dikirin. Lê piştî artêşa Tirk Serêkaniyê dagirkir, her der talankirin û tiştek bi ser tiştekî ve nehiştin.”

Zilfa dîmenekî ku şêniyekî li herêmê dimîne jê re şandiye, nîşan kir, di dîmen de  awayê talankirin û diziya mala wê diyar dibe.

Zilfa Salih bal kişand ser ku ev ne cara yekemîn ji mala xwe koçber dibe, lê belê cara duyemîn e, dema li bajarê Kobanê bû DAIŞ`ê derbasî herêmê bûn û niha jî ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî Serêkaniyê koçberbûye.

Zilfa Salih wekî bi hezaran koçberan hêviya derxistina çeteyan û vegera li malê kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZhsFd0VADgc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>