Derav Ala di çilrojiya wefata bavê xwe de: Li pey xwe mîraseyek ji têkoşînê hişt

Îro çilrojiya wefata têkoşer Cuma Ala ye, yê ku di 63 saliya xwe de di encama krîza dil de wefat kir. Cuma roleke mezin û dem dirêj di têkoşîna şoreşa Rojava û beriyî wî de lîst.

Derav Ala di çilrojiya wefata bavê xwe de: Li pey xwe mîraseyek ji têkoşînê hişt
Derav Ala di çilrojiya wefata bavê xwe de: Li pey xwe mîraseyek ji têkoşînê hişt
Derav Ala di çilrojiya wefata bavê xwe de: Li pey xwe mîraseyek ji têkoşînê hişt
24 ÇILE, 2020   15:41
KOBANÊ –HÊZA HESEN

Têkoşer Cuma Ala sala 1956‘an li gundê Mabetlî yê kantona Efrînê çavê xwe li dinê vekir. Cuma bavê 4 zarokan e.

Cuma Ala xwendina xwe ya seretayî û navîn li Şamê qedand û ya amadehî li bajarê Heleb xwendin. Piştre derbasî beşê zanista civakê li zanîngeha Şamê dibe.

Ala li gel xwendinê çalakiyên siyasî dikir û beşdarî damezirandina gelek tevger û partiyên siyasî li Sûriyê bû.

Di sala 1984‘an Ala di nava kar û têkiliyên xwe wekî berpirsekî sûrî tevgera rizgariya Kurdistanê dinase û bi şehadeta endamên tevgerê mîna Seydo, Rifet, Zozan û Selîm bi bandor dibe.

Têkoşer Cuma Ala di sala 1985‘an Rêber Abdullah Ocalan nas kir, di salên 90‘î yê sedsala borî de gelek caran li Akademiya Şehîd Mahsûm Qorqemaz a li Lubnanê hevdîtin li gel pêk anîn. Mijarên hevdîtinên wan li ser têkiliyên doplomasî di navbera rejîma Sûriyê û tevgera rizgariya Kurdistanê de bû.

Di sala 2008‘an de têkoşer Cuma Ala hevdîtineke di navbera tevgera rizgariya Kurdistanê û rejîma Sûriyê de pêk anî û der barê wê de kedeke mezin ji bo serkeftina vê hevdîtinê û dûrxistina Sûriyê ji şerê muhtemel da.

Bi destpêka şoreşa Rojava re têkoşer Cuma Ala beşdarî xebatên siyasî û doplomasî di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de bû.

Di dema êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Çileya 2018‘an de tevî malbata xwe berî xwe da bajarê Qamişlo, piştî demeke din çû Kobanê.

Têkoşer Cuma Ala 16‘ê Kanûna 2019‘an di encamê nexweşiyê de li Şamê wefat kir.

Keça, Cuma, Derav Ala xemgîniye xwe ji ber wefata bavê xwe anî ziman û got: "Wefata bavê min valahiyek di jiyana min de çêkir. Bavê min di dema zehmetiyên jiyanê de palpişta min bû, gelek bi min re bû alîkar di çawaniya avakirina pêşeroja azad de. Di dilê me de giyanê şoreşgerî û têkoşînê çand."

Derav got: "Bavê min mraseyek dewlemend li pey xwe hişt. Em ê xeta wî ya têkoşînê bişopînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rBfNepcbcGg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>