Li Mare û Ezazê çalakiyên HRE’yê: Leşkerek û çeteyek hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di çalakiyên wan ên duh û pêr de li Mare û Ezazê leşkerekî artêşa Tirk û çeteyek hatine kuştin.

Li Mare û Ezazê çalakiyên HRE’yê: Leşkerek û çeteyek hatin kuştin
23 ÇILE, 2020   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrnînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku duh li Ezazê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Her wiha di çalakiya HRE’yê ya pêr a li Mareyê de jî çeteyek hate kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me, li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Mare û Ezazê çalakiyên bibandor li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Di 21’ê Çileyê de li herêma Mareyê hêzên me çalakiyeke sekvanî li dijî artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di 22’yê Çileyê de li herêma Ezazê hêzên me li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de leşkerekî Tirk hat kuştin, leşkerek birîndar bû û tankek jî hat derbkirin.

Di heman demê de, artêşa dagirker û komên çete gundên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê bi obus, hewan û tankan bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha li herêmê liv û tevgera balafirên bêmirov didome.”