Dewriyeya artêşa Tirk gule û bombeyên gazê avêtin xwepêşandêran li rojavayê Kobanê

Dewriyeya artêşa Tirk a dagirker gule û bombeyên gazê avêtin sivîlên ku ji ber derbasbûna panzêrên Tirkiyê xwepêşandan li dar dixist.

Dewriyeya artêşa Tirk gule û bombeyên gazê avêtin xwepêşandêran li rojavayê Kobanê
23 ÇILE, 2020   09:41
KOBANÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule û gaza rondikrêj avêtin sivîlên li gundê Xorxirê yê li rojavayê bajarê Kobanê ku ji ber derbasbûna panzêrên Tirkiyê li xaka Sûriyê, xwepêşandan li dar dixist.

Hate zanîn ku ji ber avêtina guleyan, tiştek bi tu kesî nehatiye.

Dewriye li gundê Aşmê li rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir, da ku li gundên Aşmê, Çariqlî, Cibnê, Mişko, Pêndir, Xorxorê ya Jorîn, Qolê, Sûsan û heta benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojavayê navenda Radiyo bigere û paşê di gundên Siftek, Bûban, Xorxirê, Dîkmedaş, Qiran, Çariqlî û paşê gundê Aşmê re vegere û bi dawî bibe.

(jo)

ANHA