Şêniyên Qamişlo biryara Rêveberiya Xweser ereni nirxandin

Şêniyên kantona Qamişlo piştgirî da bergiriyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê yên ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên aloziya aborî li ser şêniyên herêmê girtine.

Şêniyên Qamişlo biryara Rêveberiya Xweser ereni nirxandin
22 ÇILE, 2020   11:15
QAMIŞLO- SÎMA BIROKÊ- BASIL REŞÎD

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20`ê Çileyê, ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên aloziya aborî ku ji ber buhabûna dolar li hemberî lîreyên Sûriyê herêm tê re derbas dibe,  hin biryarên girîng dan.

Biryarên ku Rêveberiya Xweser dane wiha ne: Berdewamkirina desteka ji bo berhemên xwarin û sotemeniyê, her wiha destekdayîna madeyên sereke yên jiyana rojane wekî birinc, şekir, çay, zeyt, şîrê zarokan, çîmento û hesin û aktîfkirina sîstema çavdêriya temwîn û avakirina komîteyeke biçûk ji kesên di aliyê aborî de kar dikin.

Şêniyên bajarê Qamişlo gavên ku Rêveberiya Xweser ji bo kêmkirina bandorên aloziya aborî avêtine, baş dîtin.

Salih Miriî koçberekî ji bajarê Helebê ye û 7 sal e li Qamişloyê dijî. Salih diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariya şêniyan li gorî derfetên heyî dike da ku azarên wan kêm bike. Miriî gavên ku rêveberiyê ji bo kêmkirina bandorên aloziyê avêtine bi erênî bi nav kirin. Her wiha bang li Rêveberiya Xweser kir ku bi awayekî domdar gavên bi vê rengî biavêje.

Riyad Ehmed Hisên jî ji şêniyên taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo ye û diyar kir ku herêm di aloziyeke aborî re derbas dibe ku bandora neyînî li malbatên xizan dike û wiha axivî: "Ji ber bilindbûna buhayê madeyan, sûk li pêş çavên me reş bû. Me êdî nedikarî pêdiviyên xwe yên rojane bikirin."

Her wiha Hisên destnîşan kir ku biryarên Rêveberiya Xweser dê bi rêjeyeke mezin xizmeta başbûna rewşa jiyanî ya şêniyên herêmê bike.

Welatiya bi navê Fatime El-Şêx Hindî ku ew jî ji bajarê Helebê koçber bûye û malbata wê ji 10 kesan pêk tê, diyar kir ku bilindbûna buhayê madeyan bandoreke zêde li şêniyan kir. Fatime biryara Rêveberiya Xweser a ji bo kêmkirina bandorên aloziya aborî jî baş dît û baweriya xwe ya bi Rêveberiya Xweser ji bo dîtina çareserî û alternatîfan anî ziman. Fatime her wiha bang li Rêveberiya Xweser kir ku ji bo başkirina rewşa jiyanî, gavên din jî biavêje.

Endama Zabîteya Temwînê ya şaredariya aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo Resmiye Mihemed jî bang li şêniyan kir ku dema buhabûna madeyan li dikan û sûkan ferq kirin, giliyan pêşkêşî beşa temwînê bikin. Resmiye her wiha tekez kir ku gerên wan li sûkê berdewam in û dê ji bo kontrolkirina buhayan zêde bibin.

(cx)

ANHA