Beşa 11’an a koçberan ji kampa Holê derket

Rêveberiya kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê, beşa 11`emîn a şêniyên Dêrazorê yên di kampê de, derxist.

Beşa 11’an a koçberan ji kampa Holê derket
Beşa 11’an a koçberan ji kampa Holê derket
Beşa 11’an a koçberan ji kampa Holê derket
22 ÇILE, 2020   11:02
DÊRAZOR

Hejmara malbatên ku ji kampê hatin derxistin 109 e û ji 385 kesên ji herêmên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, El-Bisêra, Zibiyan, Hecîn û Baxozê ne û tu têkiliyên wan bi DAIŞ`ê re tune ne.

Veguhastina malbatan ber bi bajarokê El-Sûr ve hat kirin. Malbat li qada sûka bajarok kom bûn û ji wê derê her malbatek dê berê xwe bide herêma ku lê dijî.

Beriya niha jî bi sedan malbatên ji herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê hatibûn derxistin û derxistina malbatan li gorî lîsteyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve têne amadekirin, tê kirin.

(bx)

ANHA