Rûsya û rejîm gundewarên Heleb  û Idlibê bombebaran dikin

​​​​​​​Balafirên şer ên Rûsya û rejîma Sûriyê bombebarana li ser gundewarên Heleb û Idlibê bi dijwarî didomînin.

Rûsya û rejîm gundewarên Heleb  û Idlibê bombebaran dikin
22 ÇILE, 2020   12:42
NAVEND NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku herêmên cuda ji gundewarên Heleb û Idlibê ji aliyê balafirên rejîmê û yên Rûsyayê ve ji saetên sibê ve bi dijwarî têne bombebarankirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku balafirên şer zêdeyî 110 caran herêmên El-Raşidîn, Kefernaha, Xan El-Esel, El-Mensûra, navenda El-Etarib a gundewarên rojavayê Helebê, Xilsa, Birna, Xan Toman, El-Hemîra ya gundewarên başûrê Helebê,  Meret El-Numan, Bizabûr, El-Xedfa, Mar Şorîn, El-Dêr El-Şerqî, Mar Dibse, Qimhane, Bînîn û Masran ên gundewarên Idlibê bombebaran kirin.

Her wiha balafirên Rûsyayê ji saetên sibê ve zêdetirî 41 caran herêmên bajarokê Heyan ê bakurê rojavayê Helebê, Bişintra, Kefer Dail, El-Mensûra, El-Foc 46, Bişqatîn, derdora El-Etarib, Kefer Naha, El-Raşidîn ê rojavayê Helebê, Xan Toman ê gundewarên rojavayê Helebê, bombebaran kirin. Helîkopterên rejîmê jî  29 bermîlên teqemenî bi ser Xan Toman, Xilsa ên gundewarên başûrê Helebê, El-Menûsra yê rojavayê Helebê, Mereta El-Numan û derdora wê, Kefer Wema û El-Dêr El-Şerqî yên bejahiya Idlibê de avêtin.

Her wiha bi dehan balafirên şer û helîkopteran topbaran dewrî hev kir û balafir ji saetên sibê ve ji balafirgeha Hemîmîm, Cib Rimle, El-Neyrib, Kiwêris, El-Şeyrat, El-Sîn û El-Teyfûr rabûn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Tirkiye beriya du rojan bi çeteyên xwe re li Idlibê civiya û ew agahdar kir ku wê nikarî Rûsya îkna bike ku operasyonên leşkerî rawestîne.

Ev geşedan piştî hevdîtina di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin û serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a dawîn li Tirkiyê pêk hat, hat kirin. Her wiha paşê Rûsya û Tirkiyê agirbest ragihand lê zêde dewam nekir.

Her wiha çavkaniyên nêzî rejîmê got rejîm amadekariyan ji şerê li gundewarên rojavayê Helebê re dike û gelek alîkariyên leşkerî anîne herêmê.

(bx)