Eşîrên Kurd: Divê kelha kurdî ji hundir ve were parastin

Rûspiyên eşîrên Kurd ên herêma Firatê gotin: “Parçebûna siyasî bandorek nerênî li ser hevbeşiya xebata kurdî li hemberî destwerdanê derve dike. Bi taybet li hember êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê kelha kurdî ji hundir ve were parastin.”

Eşîrên Kurd: Divê kelha kurdî ji hundir ve were parastin
22 ÇILE, 2020   06:40
KOBANÊ

Bangewaziyên gel ên avakirina yekîtiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê didome. Nemaze ku dewleta Tirk a dagirke êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Rûspiyê eşîra Bîcan û hevserokê Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê Bozan Muxtar bang li civaka kurdî kir ku li ser armanca hevbeş bisekinin. Muxtar got: “Bi taybet di vê dema ku gelek şer li herêmê û Rojhilata Navîn rû didin. Parçebûna di navbera aliyên kurdî de, rê li ber aliyên derve vekir da ku civaka kurdî derbas bikin û di navbera Kurdan de dijminahiyekê biarifînin. Li ser vê yekê pêwîst e kelha kurdî ji hundir ve were parastin."

Rûspiyê eşîra Eledîn a herêma Firatê Ehmed Hesen jî got: “Eşîrên Kurd rola xwe di dûrxistina nakokiyan di navbera partiyên siyasî yên kurdî de û sekina li hemberî êrişên Tirkiyê ku hebûna Kurdan dike hedef  lîstin. Ji ber şaşî û siyasetên navdewletî  Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Heger yekitiya netewî, eşîrtî û partiyetî pêk neyê dibe ku ev yek li hermên din jî dûbare bibe.”

Ehmed Hesen anî ziman ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de gelên cîhanê  piştgirî dan gelê Kurd. Ehmed Hesen bang li gelê Kurd kir ku ji bo doza xwe û pêkanîna hêviyên gelên demokratîk bibin yek.

(bb)

ANHA