Bayik: Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêwendiya xwe bi şerê li Rojhilata Navîn heye-1

Bayik diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêwendiya xwe bi şerê li Rojhilata Navîn heye û got, "Ji ber ku êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd xistine dewrê, tecrîd dewam dike.

Bayik: Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêwendiya xwe bi şerê li Rojhilata Navîn heye-1
22 ÇILE, 2020   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV. Bayik tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şer û berxwedana li Rojava û beşên din ên Kurdistanê nirxand û nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê da.

Bayik diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêwendiya xwe bi şerê li Rojhilata Navîn heye û got, "Ji ber ku êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd xistine dewrê, tecrîd dewam dike. Di heman demê de zilma li gelên Tirkiyeyê jî zêde dibe. Eger li Kurdistanê qirkirin, zilm, bêedaletî zêde dibe heman tişt li Tirkiyeyê jî li dijî hêzên demokrasiyê tê kirin. Ji ber vê yekê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê hemû divê bi gelê Kurd re li ber tecrîdê rabin."

Bayik bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser şengalê û got, "yên ku alîkariyê didin tirkiyeyê hevkarê komkujiyê ne. Ji ber vê yekê divê gelê me yê êzidî xayinên li nava xwe qebûl nekin. Divê hesab ji kesên alîkariyê didin tirkiyeyê bipirsin. Hem dibêjin 'em kurd in, ji bo kurdan têdikoşin', hem jî bi serkêşiya wan li şengalê komkujî dibe. Yên ku li dijî daîş'ê gelê xwe parastin tên qetilkirin, lê deng ji kesî dernakeve. Ev yek ji bo wan şermeke mezin e. Divê gelê me vê bibîne. Kî li pêşberî komkujiyan bêdeng dimîne divê gelê me li dijî wan helwestê nîşan bide."

22 SAL E TECRÎDEKE GIRANKIRÎ Û MUTLEQ DI ASTA ÊŞKENCÊ DE LI SER RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN TÊ KIRIN. SALA BORÎ TEVGERA WE, GELÊ KURDISAN Û DOSTÊN KURAN LI DIJÎ VÊ ÇALAKIYÊN MEZIN KIRIN, MIROV DIKARE BÊJE HETA ASTEKÊ QULEK LI DÎWARÊ FAŞÎZMÊ KIR. LÊ NIHA DÎSA TECRÎDEKE GIRANKIRÎ LI SER BIRÊZ ABDULLAH OCALAN HEYE. LI SER VÊ MIJARÊ NÊRÎNÊN WE ÇINE?

Tecrîda li ser Rêber Apo tê domandin girêdayî rewşa li Rojhilata Navîn diqewimin ve girêdayî ye. Ji ber ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin tê kirin. Tê zanîn destpêka vî şerî komploya navneteweyî li ser Rêber Apo hate kirin. Sîstema Mondernîteya Kapitalîst li gorî xwe tedbîr girtin. Ji ber ku sîstema modernîteya Kapitalîst dixwazin li gorî berjewendî û armancên xwe Rojhilata Navîn rêxistin bikin ku bikarin li cîhanê hegemoniya xwe bikin. Ji bo wê jî li pêş xwe îradeyeke siyasî qebûl nake. Rêber Apo îradeyeke siyasî mezin e. Rêber Apo ji bo gelê Rojhilata Navîn di şexsê wan de ji bo mirovahiyê tekoşînek dikir. Li pêş sîstema modernîteya kapitalîst astengiyeke mezin çêdikir. Ji bo wê Komploya Navneteweyî kir, tedbîr girtin ku bikaribin derveyî xwe çi vîn dernekevin pêş ku bikaribin armanc û berjewendiyê xwe pêk bînin. Niha ew şer hê jî berdewam dike. Ji bo wê tecrîda ku li ser Rêber Apo berdewam dike. Eger bi israr tecrîdê didomîn û tu kes li dijî wê dernakeve sedemê girêdayî şerê ku li Rojhilata Navîn de tê kirine. Tê zanîn par li diî tecrîda li ser Rêber Apo têkoşînek hate kirin. Vê tekoşînê gelek encam jî bi xwe re anî. Yanî desthilata Erdogan-Bahçelî hejan. Pir tengav bûn. Ji bo wê neçar man ku parêzer biçin Rêber Apo bibînin. Eger ew rê vekirin ji bo vê kirin. Eger ew tekoşîn nebûna û tengav nebûna ew rê venedikirin. Vê tekoşînê encamek pir mezin derxist , ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hêzên demokrasî ya Tırkiyeyê giştî. Yanî vê hêzê jî dît ku eleqeya tecîd û demokrasiyê heye. Eger ku li Tirkiyeyê, Tirkiyeyekî demokratîk pêş bikeve, divê tecîrda li ser rêber Apo rabe. Ew derket holê, her kesê ew dît. Ji bo wê li Tirkiyeyê hêza li dijî faşîzmê yên ku demokrasî, azadiyê dixwazin anî ziman heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bidome, têkoşîna demokrasî li Tirkiyeyê pêş nakeve. Yanî tecîd û demokrasî girêdayî hev in. Ew encamekî pir mezin bû. Ji bo wê li dijî tecîrdê sekinîn, demokrasî pêşxistine. Ji bo wê tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin, ne tenê ji bo gelê Kurd girîng e, ji bo hêzên demokrasî tevahî girîng e. Eger ku li Tirkiyeyê faşîzm têk biçe rêya wê li rakirina tecrîda li ser Rêber Apo re derbas dibe. Eger ku tecrîda li ser Rêber Apo didomin sedemê vê li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê kirin. Ji bo wê ewqasî tecrîd tê şidandin. Ev encama vê ye. Ne tenê bi tecrîdê li ser Rêber Apo siyaseta qirkirinê li ser Kurdan didin kirin, heman demê li aliyê Tirkiyeyê li ser Gelê Tirkiyeyê jî zilim tê kirin. Eger ku li Kurdistan, qirkirin, zilm bêedaletî bê hesab tê kirin, belkî ne di wê astê de hema hema nêzîkî wê astê li ser hêzên demokrasiyê jî li aliyê Tirkiyeyê tê kirin. Ji bo wê gelê Tirkiyeyê û tevahî hêzên demokrasî tevahî bi gelê Kurd ve bi hev re divê li dijî tecrîdê bisekine. Li dijî tecrîdê xurt bisekinin wê demê ew siyaseta qirkirinê siyaseta faşîzim wê li Tirkiyeyê dawî dibe. Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve diçe. Niha ne tenê Kurd li bakur, li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê bisekin, hemû Kurdên li beşên din jî divê li dijî tecîrdê bisekin. Ji ber ku Rêber Apo rêberekî Kurda ye. Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahî Kurda ne. Li ser mirovahiyê ye. Yanî kes nikare bêje, tecrîda li ser Rêber Apo tenê li ser Kurdên Bakur an PKK’ê ye, divê beşê din jî Kurde têkeve zindanê her beşek xwedî lê derdikeve. Ji bo wê jî divê li beşên din jî hemû Kurd divê li dijî tecrîdê bisekine. Ewropa disekin, Rojava hinek disekin, li başûr di nava gel de hinek disekin. Lê Li başûr hêzên siyasî li dijî tecrîdê heta niha ti daxwuyaniyek nedaye. Ev ji bo Kurdan şermeke. Divê Kurd bi vê şerme nejî. Divê Kurd li hemû beşa li derveyî welat li dijî tecrîdê bisekine. Tecrîda li ser Rêber Apo bişkê, wê ew siyaseta li ser Kurdan bişkê. Wê demê kurd dikare bigihêje armancên xwe. Niha 15’ê Sibatê jî nêz dibe. Ji bo vê divê hemû gelê Kurd, çi li bakur çi jî li beşê din û çi jî dervey welat be, yên demokrasiyê dixwazin ê ku dijî faşîzmê ne divê hemû bi hev re li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bisekine. Çalakiyan xurt bikin. Yanî vê tenê ji bo 15’ê Sibatê nehêle. Divê kes li benda vê nesekine. Divê ji niha ve vê pêngavê bavêje.

NIHA PÊNGAVEKE GERÎLA YA CENGA MEZIN A LI HEFTENÎN HETA SERHEDÊ HEYE Û ÇAR WERZÊN SALÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ŞER Û TÊKOŞÎNÊ DIKE. HERÎ DAWÎ JÎ ÇALAKIYÊN BI BANDOAR KIRIN. HÛN VAN ÇALAKIYÊN GERÎLA Û BERXWEDANA GERÎLA ÇAWA ŞÎROVE DIKIN?

Niha di 12’ê Îlonê de li Tirkiyeyê darbeyek çêbû. Wê darbeyê xwest ku sîstemekê li Tirkiyeyê çêkin. Lê gerîla li dijî wê sekinî, tekoşîn kir, pêşiya wê girt. Nehişt ku 12’ê Îlonê bigihêje armancên xwe. Piştî wê di nava gel de jî serhildan pêş ketin. Wê jî gerîla temam kir. Tekoşîna gerîla û serhildanan nehişt ku ew armancên ku 12’ê Îlonê danî pêşiya xwe pêk bên, vala derxist. Astengek mezin bû ji bo wê AKP-MHP’ê jî 2015’an darbeyek weke ya 12’ê Îlonê kir, heta ku derbeya ku wan kir ji ya 12’ê Îlonê hê kûrtir û hê mezintire. Tiştên ku bi 12’ê Îlonê dixwestin pêk bînin nîvî mabûn, ji ber ku gerîla û Kurdan nehiştibûn, AKP-MHP’ê xwestin bi vê darbeyê vê temam bikin. Li dijî vê dîsa gerîla bi qehremanî sekinî. Çawa ku li dijî 12’ê Îlonê sekinî, li dijî darbeya 2015’an jî bi qehremanî sekinî. Gelê me jî sekinî û disekine. Ji bo wê ew hedefên ku Erdogan-Bahçelî dayîn pêşiya xwe ku sîstemake nû li Tirkiyeyê ava bikin, sîstema li ser Tirkiyeyê û Îslamyetê dixwazin ava bikin, gerîla û gelê me nehişt ku pêk bîne. Ew jî vala derket. Eger ku ewqas êrîş li ser gerîla PKK’ê û Rêber Apo û gelê Kurd, li ser saziyên wan dikin, ji bo ku vê sîstemê pêk bîne, dike. Ji bo ku gerîla li dijî wê berxweneke dîrokî pêş dixe nahêle ku ew pêk bê, ji bo wê ewqas êrîş dikin. Gerîla bi tekoşîn xwe nehişt ku sîstem bê avakirin. Ji bo wê jî AKP-MHP’ê ji bo ku sîstemê ava bike, hê zêdetir êrîş kir, hê zêdetir şer pêş xist hem li Tirkiyeyê û hem jî li derveyî Tirkiyeyê. Lê têkoşîna gerîla ew şerê ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê dike xitimand. Wan dixwest ku van şerana şovenîzmê xurt bikin û nîjatperstiyê xurtir bikin ku bikarin bigihêjin hedfên xwe pêk bînin. Lê gerîla nehişt ku vê bikin. Li hindir û derve xitimand Eger ku îro li Tirkiyeyê pirsgirêkên giran hene, li Tirkiyeyê desthilat ber bi ketiyê ye, li derve jî tenê maye; encama berxwedana gerîla ye. Gerîla êdî ne tenê havîn, biharê têkoşînê dike. Zivistanê jî çalakiyan dike. Vê dewleta Tirkiye siyaseta ku ew li ser Kurdan dike, di şexsê Kurdan de li ser hemû gelan dike, xitimand û vala derxist. Ji bo wê ez gerîla spas dikim û pîroz dikim. Ji vir û şûnde jî wê gerîla berxwedan xwe bidomîne, wê nehêle ku ew sîstema ku Erdogan-Bahçelî dixwazin li Tirkiyeyê pêş bixin wê têk bibin.

HEVDÎTINÊN DINAVBERA ERDOGAN Û PÛTIN DE ÇÊBÛN, PIŞTÎ WÊ ERDOGAN Û JEFRY HEVDÎTIN KIRIN, ÎSTIXBARETA SÛRIYE Û MÎT A TIRKIYÊ HEVDÎTIN KIRIN. LI GELEK CIHAN ÊRÎŞÊN HEWAYÎ BOMBEBARAN LI SER KURDAN ÇÊBÛN TÊKILIYÊN VAN BOMBEBARAN Û HEVDÎTINÊN DÎPLOMATÎK YÊN NAVA DEWLETAN HÛN ÇWA ŞÎROVE DIKIN?

Niha Emerîka jî Rûsya jî bi Tirkiyê re didin distînin. Ew civîna ku Tirkiyê re çêdikin li dijî Kurdan çêdikin. Ji bo armancên xwe, ji bo berjewendiyên xwe çêdikin. Her ku Emerîka-Tirkiye yan Tirkiye-Rûsya civîn çêdikin. Piştî wan civînan em dibînin yan êrîş çêdibin yan dagirkerî çêdibin. Yanî diyar dibe ku Emerîka û Rûsya dema ku bi Tirkiyê re civînan çêdikin, li dijî Kurdan çêdikin. Ji bo wê gelê me pêwîste vêya baş bizane. Tu caran Emerîka, Rûsya û Tirkiye ji bo Kurdan biryareke baş wernagrin. Her tim li dijî Kurdan biryaran digrin, pratîk jî li ber çavan e. Tirkiye û Rûsya tifaq kirin, Tirkiye ket Efrînê. Gelê Efrînê koçber bûn, li Efrîn zilm tê pêşxistin û demografîya Efrînê tê guhertin, dixwazin li wê derê Kurd jî nemîne. Kurdê Efrîn ku çiqas ji Efrînê derketin jî dur neçûn. Nêzikî Efrînê xwe cîbicih kirin û gotin em tu caran Efrînê bernadin. Em ê ji bo Efrînê têbikoşin. Em ê biçin dîsa ser gundê xwe, ser erdê xwe, ser malê xwe. Ji bo wê ez gelê me yê Efrînê pîroz dikim. Pêwîste heta ku biçin Efrînê heta ku Efrîn dibin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de derkeve divê t3êkoşîna xwe berdewam bikin. Tu caran dev ji Efrînê bernedin. Ciwanên Efrînê çi li Şehba, li Til Rifat, çi li Heleb li ku derê bin pêwîste jib o têkoşîna Efrînê tevlî refên rêxistina ji bo Efrînê têdikoşe tevlî wan bibe. Tevlî wê rêxistinê bibin ji bo Efrînê têbikoşin. Ya ji ciwanên Efrînê tê xwestin ew e. Bi vê minasebetê ez hemû şehîdên Efrînê bibîrtînin li pêşberî wan bejna xwe ditewînin. Gelek şehîdên mezin li Efrînê hatin dayîn. Ji bo hilanîna tola wan serî de ciwanên Efrîn çi xort bin çi keç bin, gelê me yê Efrînê pêwîste têkoşîna xwe bidomînin her ku diçe jî hê bêhtir xurtir bikin heta ku dagirker û çete li wê derdikevin jî divê vêya berdewam bikin. Ya ji wan tê xwestin ew e zaten wê jî her roj tînin ziman. Bi vê minasebetê ez wan silav dikim û pîroz dikim. Niha çawa Tirkiye û Rûsya tifaq kirin, çete ketin Efrînê, Emerîka û Tirkiyê hevdîtin kirin tifaq kirin Tirkiyê kete Serêkanî û Girê Spî. Çete di wê de bicih kirin. Tişta ku li Efrînê dikin niha li Girê Spî û li Serêkaniyê pêş dixin. Tirkiyê û çeteyên wan dixwazin van deran ji Kurdan paqij bikin. Bi temamî van deran têxin dibin xizmeta Tirkiyê, yanî ne tenê dijminahiyê ji bo Kurdan dikin ji bo gelê Sûriyê tevayî dkin. Dixwazin Sûriyê parçe bikin, her ku vana hevdîtinan çêdikin piştî wê mirov temaşe dike Tirkiye çeteyên wan êrîş dikin yan dagir dikin. Niha jî Tirkiye û Rûsya hevdîtin kirin, dîsan Emerîka û Tirkiyê hevdîtin kirin, piştî wê îsxitbareta Sûriye û Tirkiyê hevdîtin çêkirin pêwîste gelê me şiyar bin. Yanî tu caran guhê xwe nede van hevdîtinan. Di van hevdîtinan de ji bo me wê tiştek baş çêbibe yan ne ji bo me çênabe eger mirov li pratîkê binêre tiştên çêbûne tiştên xirab in lid ijî Kurdan e. Wê çawa Kurdan têk bibin tune bikin wêya pêş dixin. Ji bo wê divê gelê me her ku ev hevdîtin çêbûn şiyar bin û tedbîrên xwe xurt pêş bixin. Li dijî dagirkeriyê pêwîste rêxistina xwe xurt bikin, têkoşîna xwe xurt bikin, rêxistina xwe nava xwede xurt bike,parvekirina nava xwe de pêş bixe yanî li diJî dagirkieryê di her şertekê de çwa bisekin çawa têbikoşin lazime wêya ji bo xwe esas bigrin. Ne guhê xwe bidin van hevdîtinan, ev hevdîtin ji bo Kurdan tiştek baş çênakin, her tim tiştê xirab çêdikin. Ji bo wê gelê me pêwiste ji xwe bawer bike, li ser hêza xwe têkoşîna xwe pêş bixe, bi gelan re tifaqa xwe xurt bike bi hevre li dijî dagirkeriyê bisekin ya tê xwestin eve.

DEWLETA TIRK GELEK CARAN HETA NIHA ÊRÎŞÎ ŞENGALÊ KIR, BERIYA DU ROJAN DÎSAN ÊRÎŞ KIR. 4 CIWANÊN ÊZDIXANÊ YÊN GELÊ ME YÊ ÊZIDÎ ŞEHÎD KIRIN, NE DEWLETA IRAQÊ NE JÎ PDK LI BERAMBERÎ VAN ÊRÎŞAN TI CARAN DENGÊ XWE NEKIRIN. SEDEMÊ VAN ÊRÎŞAN ARMANCA VAN ÊRÎŞAN ÇIYE Û EV BÊDENGÎ JI BO ÇI YE Û HÛN ÇAWA ŞÎROVE DIKIN?

Ji bo malbatên şehîdan, ji bo YBŞ , ji bo gelê me yê Êzidî û ji bo gelê Kurdistan tevayî ez sersaxiyê dixwazim. Di şexsê şehîd Zerdeşt Şengalî de jî hemû şehîdên dawî jî yên destpêkê heta niha jî ez bibîr tînim, li beramberî wana bejna xwe ditewînim. Ew soza ku me dayî şehîda ez dubare dikim. Yanî li ser gelê me yê Êzidî li Êzidxanê êrîş berdewam in. Niha êrîşa ku dibin dewama êrîşa DAÎŞ’ê ye. Ji xwe gelê Şengal jî vêya wiha tînin ziman ew rast e. Tişta ku DAÎŞ dixwaze pêk bîne niha Tirkiyê dixwaze pêk bîne. Tirkiye berdewamiya wê pêş dixe, ew qetlîam ji bo wê çêdibin. Yê ku alîkariya dewleta Tirk bike, alîkariya DAÎŞ’ê dike. Eleqeya DAÎŞ û Tirkiyê her kes dizane, ji bo wê kes nikare bêje ez hûrmeta Tirkiyê digirim, ez alîkariya Tirkiyê digirim ez li dijî DAÎŞ’ê me, va dereweke mezin e xapandine. Yê ku ku alîkariya Tirkiyê bike, alîkariya DAÎŞ’ê dike. Tişta ku DAÎŞ li ser Êzidiya dixwaze pêk bîne, pêk tîne. Dijminiya ji bo gelê me yê Êzidî dike. Eger ku Tirkiyê li Şengal hinek qetlîaman çêdike, hinek li Şengal alîkariya Tirkiyê dikin, Tirkiyê bi wê alîkariyê wan qetlîaman dike. Eger alîkarî li wê derê nebe Tirkiyê nikare were li Şengal wan qetlîaman bike. Ji bo wê gelê mê yê Êzidî pêwîste ew kurmê nav xwe derxe holê, hesab jê bipirse. Yanî axaftinek ya Kurdan heye dibêje ‘Eger kurmê darê ne ji darê be dar nakeve’ ev rast e. Eger ku li Şengal jî dewleta Tirkiyê qetlîman dike hinek alîkariya wan dike li vê derê. Di encama wê de Tirkiye van qetlîman dike. Ewane şirîkê Tirkiyê ne, ewan e di xizmeta Tirkiyê de ne di xizmeta DAÎŞ’ê de ne. Ewane nikarin bêjin em Kurd in, em ji bo Kurdatiyê vêya dikin. Gelê me yê Êzidî pêwîste vêya bibîne, di nava xwe de xayînan qebûl nekin, nede jiyan kirin. Li dijî xayînan pêwîste têbikoşin, nava xwe safî bikin. Wexta dewleta Tirkiye nikare wan qetlîaman bike. Wê gelê me li her cihê ku yekîtiya xwe pêwîste esas bigre. Zanebûna xwe pêş bixe, xwe perwede bike xwe birêxistin bike û li dijî îxanetê li dijî dagirkeriya Tirk têkoşîna xwe bilind bike ya rast ew e. Pêwîste hemû Êzidî vêya baş bizanin. Eger Êzidxan biçe lê dinyayê li çi cihekê Êzidî nikarin jiyan bikin. Êzidî dimirin. Eger ku li hinek cihan Êzidî jiyan dikin ew bi xêra Şengalê ye. Eger ku dijminê Êzidiya hinde ser Şengal disekine ji bo wê disekine. Eger Şengal têk bir êdî Êzidî li ti caran nikare jiyan bike dimirin, dawî li Êzidiyan tê. Ji bo wê Êzidî li kîjan welatî bibin bila bibin pêwîste li Şengalê xwedî derkevin. Kokê wan li wê derê ye ku kok hişk bû, kes namîne ji ber ku her tişt li ser kok şîn dibe jiyan dibe. Ji bo wê ciwanên Êzidî li kû derê dibin bila bibin pêwîste berê xwe bidin Şengalê. Piştî van qetlîaman hê bêhtir werin li Şengal tevlî YBŞ’ê bibin û YBŞ’ê xurt bikin. Lİ Êzidxanê li kokê xwe pêwîste xwedî derkevin ya rast ev e. Binêrin Mam Zekî jî şehîd ket, dîsa destê xayînan têde hebû, ev îspat bû. Şehîdên piştî wê jî hemû bi destê xayînan çêdibin. Ji bo wê gelê me pêşî divê li ser xayînan bisekine, xayînan li nav xwede paqij bikin û yekîtiya xwe çêbikin, parvekirinê pêş bixin, li xwe xwedî derkevin wê demê kes nikare bi Şengalê, bi Êzidiyan. Yek jî hinek gelê me yê Êzidî çi li Şengal çi li derveyî Şengal ragihandinan de diaxivin dibêjin ‘bila dewlet li pêşiya van qetlîaman bigrin, saziyên navnetewî pêşiya van bigrin, hinek dewlet heta dibêjin Emerîka, Ewropa li me xwedî derkevin’ va şaş e. Temam belkî bêdend dimînin, dikarin bêdengiya wan rexne bikin, faqat vana ti caran li Êzidiyan xwedî dernakevin. Eger ku va qetlîaman dibin va dewletane jî di nav de ne, yê alîkariya Tirkiyê dikin, alîkariya xayînên Kurd dikin yên ji bo wan çavê xwe digrin, heta hinek din ji bo wê ev qetlîaman çêdibin. Yên li pişt van qetlîaman sekinîn, dehfandin deng nekirin li civaka Êzidî xwedî derdikevin. Ti carî xwedî dernakevin. Divê gelê me vê bibîne ha dikarin bêdengiya wan rexne bikin, faqat lazime bi xwe bawer bin ne bi wan bawer bin, li xwe xwedî derbikevin. Eger ku dixwazin pêşiya qetlîaman bigrin ku li xwe xwedî derket dikare pêşiya wê bigre ya ku pêşiya wê bigre ew e ne dewlet in, lazime vê rast bikin, rast nêzik xwe bibin. Rastiya xwe pêwîste baş fêm bikin, eger ku hinek ji bo van qetlîaman dengê xwe dernaxin ya di nav de ne ya alîkariyê dikin ji bo wê deng nakin. Berjewendiyê wan wê dixwaze, ji bo wê deng nakin. Dengnekirin li gel wan qetlîaman cih girtine. Yanî ew qetlîaman di cih de dîtine. Eger cuda nebînin dijî wê disekinin, heta li dijî Tirkiye dikiarin bisekinin, dikarin bêjin tu çima dijî wê derê qetlîamê dikî. Deng nakin, demek kî baş dibînin rast dibînin ji bo wê deng nakin, belkî Emerîka, Ewropa deng neke Netewên Yekbûyî deng neke berjewendiyê wan wê dixwaze heta Iraq jî belkî deng neke ji ber ku rewşa Iraqê ji ber çavan e, lewaz e tişta zêde bike nîne. Faqat çawa Kurd bêdeng dibîne, pêwîste vêya mirov baş fam bike, hem dibêjin em Kurd in, em ji bo Kurdan têkoşînê dikin li ser Êzidiyan hinde qetlîman dibin hem jî li ser pêşengê wan qetlîam çêdibin yê ku li dijî DAÎŞ sekinî, yê ku gel parastî kerameta gel parastî, kerameta Kurda parastî tên kuştin, kes deng nake. Vêya pêwîste gelê me bibîne, va şermeke ji bo wan bi navê Kurdatiyê bêdengiyê bimeşînin jib o wan şermeke mezin e. Gelê me jî pêwîste vê fêm bike, wateya wê çiye, tê çi wateyê pêwîste fam bike û kî bêdend dimîne divê li dijî wê jî helwestê xwe pêş bixe. Êzidî parastin erkê hemû Kurdan e, li hemû beşan û yek jî ji bo hemû hêzên siyasî ferz e. Ji ber ku koka Kurda ye. Koka Kurda xwedîderneketin Kurda xwedîderneketin e. Hemû Kurd pêwîste li Êzidiya xwedî derkeve, li Êzidiyan xwedîderketin li xwe xwedî derketine.

NIHA LÎBYA DI ROJEVÊ DE YE, AGIRBESTEK HATE ÎLANKIRIN, DÛRE DERKETE HOLÊ KU EW ALÎ AGIRBESTÊ ÎMZE NAKIN. DERKETE HOLÊ KU ÇETE JI ÎDLÎBÊ BI RÊYA DEWLETA TIRK DIÇIN LÎBYAYÊ. HÛN VAN BÛYERÊN LÎBYAYÊ ÇAWA ŞÎROVE DIKIN?

Lîbya cihekî girîng e. Cihê petrol û gazê ye. Lîbya di navbera Efrîka û Rojhilata Navîn de wekî pirekê ye. Di Behra Spî de jî cihekî xwe yê taybet heye. Ji ber var sedeman li ser Lîbyayê şer û nakokî hene. Ji ber ku her alîyek dixwaze xwe li Lîbyayê xurt bike û hegemonyaya xwe çêbike. Niha Tirkiye têkeve ku derê li wê derê pirsgirêk naqede. Di pratîkê de jî ev tişt tê îspatkirin. Tirkiye heta niha ketiye ku derê li wê derê aramî nehiştiye, şer û dijminatî ava kiriye. Ji ber vê jî civîna Berlînê wê zêde encaman nede. Yan jî yên tevlî wê konferansê dibin, wê daxwaziyên Tirkiyeyê qebûl bikin. Heke daxwazên Tirkiyeyê qebûl nekin, ne pêkan e ku ew konferans bigihêje armanca xwe. Her kes bi rastiya Tirkiye dizane. Niha Tirkiye çeteyan ji Sûriyeyê dişîne Lîbyayê. Vêya jî her kes dizane û dibêjin Tirkiye çeteyên li Îdlîb, Ezaz û Serêkaniyê werdigire, perwerde dike û wan dişîne Lîbyayê. Heke wisa ye, çima pêşiya wê nagirin? Divê pêşiya wê bigirin. Heke dizanin Tirkiye çeteyan dişîne Lîbyayê û ew şer naxwazin û dixwazin li Lîbyayê aştî pêk were, wê demê divê pêşiya vî tiştî bigirin. Ma dibe ku bibêjin hêza me têr nake, ne mumkun e. Bixwazin dikarin pêşiya Tirkiyeyê bigirin. Tirkiye wan agahdar dike û bi wî awayî çeteyan dişîne Lîbyayê. Ji bo ku gel bertek nîşan nedin, di daxuyaniyan de dibêjin Tirkiye van çeteyan dibe Lîbyayê. Ji bo ku bertekên gelan nerm bikin û rastiya xwe veşêrin wisa dikin. Tirkiye bi destûr û agahiya wan, çeteyan dibe. Çima Erdogan xwedî lê derdikeve? Li Trablûsê desthilatdariyeke Îxwan heye . îxwanê li Misir û Sûriyeyê derbe xwar. Dixwaze li Lîbyayê wan biparêze. Çi ku serokê Îxwanan Erdogan e. Mirov lê binihêre, dibîne li ku derê tevgereke wan heye, xwedî li wan derdikeve. Dixwaze wê xurt bike û biparêze. Tirkiye naxwaze Îxwan li Lîbyayê têk biçe. Ji xeynî dewletên Ereban, mudaxelekirina welatên din qebûl nakin. Divê ji xeynî gel û dewletên Ereban kes mudaxeleyî Lîbyayê neke. Dewletê Ereban heqê wan heye. Lîbya jî dewleteke Ereban e. Dewletên Ereban dikarin li dijî mudaxeleya Tirkiye û welatên din helwesta xwe diyar bikin. Cîranê Lîbyayê li dijî mudaxelekirina Tirkiyeyê ne, li dijî tifaqa Tirkiyeyê ya bi rêveberiya Trablûsê ne. Ev rast e û heqê wan e. Tirkiye dixwaze li Lîbyayê şer mezin bike. Çawa ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê şer mezintir kirû qetlîam kir , Sûriye xerab kir. Niha jî dixwaze vî tiştî li Lîbyayê bike. Siyaseta Tirkiyeyê siyaseteke dagirkeriyê ye. Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe zêdetir bikin û şer geş bikin. Dewletên Ereban jî vî tiştî dibînin û li dijî wê helwesta xwe diyar dikin. Baweriya min ev e ku Ereb wê li dijî vî tiştî helwesta xwe xurttir bikin.

TÊBINÎ: BEŞÊ DUYEMÎN JI HEVPEYVÎNA BI CEMÎL BAYIK RE WÊ ÇEND KÊLIYÊN DIN WERE WEŞANDIN