Desteya Malî mizaxtinên sala 2019’an eşkere kir

Desteya Malî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqdara îradeyên malî û mizaxtina sala 2019`an eşkere kir. Her wiha rêzeproje di plansaziya sala nû de danîn.

Desteya Malî mizaxtinên sala 2019’an eşkere kir
22 ÇILE, 2020   06:35
REQA-EHMED EL-KIMYAN

Desteya Malî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rapora xwe ya salê de miqdara îradeyên wê ji warên cuda û miqdara mizaxtin pêkanîna plansazî, projeyên hêzên leşkerî û warê ewlekariyê eşkere kirin.

Di rapora ku ajansa me kopiyek jê bi dest xistiye de, miqadara îradeyên Rêveberiya Xweser di sala derbasbûyî de gihaşt 197 milyar û 716 milyon û 505 hezar û 420 lîreyên Sûriyê. Jê milyarek û 789 milyon û 722 hezar û 602 zêdebûna budceya sala 2018`an. 155 milyar û 989 milyon û 653 hezar û 35 lîreyên Sûriyê îradeyên petrol û mazotê, tevî 72 milyon û 570 hezar û 763 lîreyên Sûriyê îradeyên Rêveberiya Xweser.

Her wiha miqdara mizaxtin û lêçûnên sala borî gihaşt 195 milyar û 573 milyon û 624 hezar û 30 lîreyên Sûriyê. Jê 128 milyar û 549 milyon û 77 hezar û 430 lîreyên Sûriyê lêçûnên fon û budceya herêman. Her wiha budceya Hêzên Sûriya Demokratîk gihaşt 67 milyar û 24 milyon û 546 hezar û 600 lîreyên Sûriyê. Pereyên ji budceya zêde bûne gihaşt 2 milyar û 142 milyon û 881 hezar û 390 lîreyên Sûriyê.

Hevseroka Desteya Malî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selwa El-Seyd got: "Rêveberiya Xweser di sala borî de girîngî da warê xizmetguzarî. Ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû ji şer xilas bûye û binesaziya wê zirar dîtiye. Di nav de warên av, kehrebe, perwerde, tenduristî û warên din."

Selwa eşkere kir ku sê budce ji Desteya Rêveberiyê Herêmî re ji bo pêkanîna projeyên xizmetguzarî yên cuda da. Miqdara her budceyekê gihaşt 13 milyon dolar.

Selwa destnîşan wan nikarîne budceya çaremîn ji desteya têkildar re serf bikin ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin.

Selwa teqez kir ku Rêveberiya plan dike desteka warê xizmetguzarî bike tevî warên girîng mîna perwerde, çandinî û tenduristî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek plan û projeyên pêşerojî di sala nû de danîne. Her wiha girîngî daye warên xizmetguzarî, çandinî, tenduristî û perwerdeyê..

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I2uTkqZc5Jg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>