Hikûmeta nû ya Lubnanê hate ragihandin; cîgira serokatiyê jin e

Sekretêrê Giştî yê meclisa wezîran a Lubnanê Mehmûd Mekê avakirina hikûmeta nû bi serokatiya Hesan Diyad ragihand. Yekem car di dîroka Lubnanê de jin dibe cîgir.

Hikûmeta nû ya Lubnanê hate ragihandin; cîgira serokatiyê jin e
21 ÇILE, 2020   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zêdeyî 3 mehan ji diyalogên bê encam û xwepêşandanên gel ên li dijî hikûmetê, serokê hikûmeta Lubnan Hesan Diyab hikûmeta nû ragihand.

Sekretêrê giştî yê meclisa wezîran a Lubnanê Mehmûd Mekê 3 biryar stand, yek pejirandina îstîfaya hikûmeta Seed El-Herîrî, avakirina hikûmeta nû û erekedarkirina Hesan Diyab ji bo serokatiya hikûmeta Lubnanê.

Hikûmeta nû ji 20 werazetan pêk tê, jin 6 jê birêve dibe.

Diyab di kongreya çapemeniyê de got: "Em gihaştin avakirina hikûmeta yekem di dîroka Lubnanê de, ku tê de taybetmendiyên cihêreng bicîh tîne da ku ji hemû mercan û bi lez bibe bersiv."

Têkildarî taybetmendiyên hikûmeta nû Diyab wiha domand: "Dadgeh ji wezaretê cûda ye, ne cîgir û ne jî bernamzet tunene. Ev hikumeteke pisporan ne ji bilî ziman, al û pisportî hesab ji tiştekî din nagire. Hikûmet ne ya partiyan e ku bandore bi siyaset û nakokiyan bibe.. hikûmeta keç û xoratan e ku ji bo pêşerojeke pêbawer digerin.. hikûmeta mêran e ku ji tecrûbeyên dijwar westiyan e. "

Diyab ragihand ku cara yekem e di hikûmeta nû jin "Cîgira serok" tê erekdarkirin û got: "Hikûmet a jinê ye ku di desthilatdariya rêveber de bi gotin û kar de beşdar e. Yekem car di dîroka Lubnanê de jin cihê cîgirê serokatiyê digire."