Ji bo destekdayîna koçberên li Reqayê pêngava komkirina alîkariyan pêk hat

Şert û mercên ku koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, zehmet in û herêm di aloziya aborî re derbas dibe. Rêxistinên mirovî erk û berpirsyariyên xwe li hemberî koçberan bi cih nayîn. Ji ber van sedeman meclisên herêmî li bajarê Reqayê pêngava komkirina alîkariyan da destpêkirin da ku li malbatên koçber ên li Reqayê belav bike.

Ji bo destekdayîna koçberên li Reqayê pêngava komkirina alîkariyan pêk hat
Ji bo destekdayîna koçberên li Reqayê pêngava komkirina alîkariyan pêk hat
21 ÇILE, 2020   13:49
REQA

Buroya birêxistinkirinê ya meclisên herêmî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê der barê pêngavê de daxuyaniyek parve kir.

Hevserokê buroya birêxistinkirina meclisan Munîr El-Xelef daxuyanî xwend. Munîr ku bi navê şêniyên Reqayê, serok û endamên meclisên herêmî axivî, tekez kir ku ji ber baweriya wan bi yekitiya xwîn û axa Sûriyê û ji bo parastina Sûriyê ruxmî hemî şert û merc û daneyan her wiha da ku azarên koçberan ku ji ber êirşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê û El-Nusrayê koçber bûn kêm bikin, wan dest bi pêngava komkirina alîkariyan kir.

Bi beşdarbûna meclisên herêmî, rola gel û saziya kar û barên olî û xêrxwazên ji şêniyên Reqayê, 22 milyon û 77 hezar lîreyên Sûriyê hatin komkirin, da ku li malbatên koçber bên belavkirin.

(cx)

ANHA