Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere  kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sicîla endamê xwe Samir Seîd ku di bûyereke trafîkê li ser rêya bajarê Dirbêsiyê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere  kir
21 ÇILE, 2020   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya fermî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji tevahî gelê me û raya giştî re,

Endamê Hêzên Asayîşa Dirbêsiyê Samir Seîd 19’ê Çileyê di encama bûyera trafîkê li ser rêya Dirbêsiyê de, şehîd bû.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Hêzên Asayîşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê) bejna xwe li hember şehîdên di oxira parastina gel û destkeftiyên şoreşê de daye, ditewînin û soza xwe di kesayeta şehîd Samir de nû dikin, her wiha dê li ser rêça şehîdan heta pêkanîna ewlehî û aştiyê ji şêniyan re li ber xwe bidin.”

Li gorî daxuyaniyê sicîla şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Samir Husên Seîd
Navê dayikê: Xezale
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Kerem 02.01.1976
Cih û dîroka tevlêbûnê: 09.06.2016
Cih û dîroka şehadetê: 19.01.2020

(fr)