Peymangeha Şehîd Zozan dewreyên amadekirina mamosteyan vekirin

Bi armanca amadekirin mamosteyan peymangeha Şehîd Zozan dewreyên perwerdeyê vedike.

Peymangeha Şehîd Zozan dewreyên amadekirina mamosteyan vekirin
Peymangeha Şehîd Zozan dewreyên amadekirina mamosteyan vekirin
Peymangeha Şehîd Zozan dewreyên amadekirina mamosteyan vekirin
20 ÇILE, 2020   08:50
KOBANÊ-SAMIR OSMAN-UMER MIHMED

Di demeke ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê herêma Firatê zehmetiya kêmbûna mamosteyên serpereştiya projeya xwendinê li herêmê dikişîne, Paymangeha Şehîd Zozan a bajarê Kobanê ji bo amedekirina mamosteyan dewreyên perwerdeyê vekirin. Demên derbasbûna perwerdeyan cuda ne û mamoste bi vî awayî beşdarî proseya perwerdeyê dibe.

Di vê çarçoveyê de Peymangeha Şehîd Zozan ji bo kesên berê pispor  û kesên bawernameyên akademiyan bi wan re ne perwerdeyek nû vekir. Perwerde di 1’ê Cotmeha 2019`an hate vekirin û li gorî asta kesên beşdarî perwerdeyê bûne û li gorî ezmûnên mehane bi dawî bibe.

62 mamosteyên ji pêkhateya Kurd û Ereb beşdarî  perwerdeyê bûne û li ser 5 beşên perwerdeyê hatine belavkirin. Ew jî ev in;zimanê Îngilîzî, Werzîş, Muzîk, Mamosteyê Refê û Wênesazî.

Di  Mijdara 2018`an de peymangehê dewreyek ji 210 mamosteyên ji pêkhateya Kurd û Ereb re vekiribû û tê pêşbînkirin ku ew ê dawiya vê salê bi dawî bikin.

Kesên beşdarî nava perwerdeyê dibin divê li gorî şert û mercên diyarkirîbin, ji wan an ew ê sala duyemîn a zanîngehê û berjor be an jî wê pirsporê perwerdeyê be anku ji 2 salan û berjor ve perwerde dabe.

Dema perwerdeya amadekirina kesên beşdarî dewreyê bûne bi dawî bibe. Dê ji bo dibistanên pêwîstiya wan bi mamosteyan heye werin erkdarkirin. Ji ber dibistanên kantona Kobanê zehmetiya kêmbûna mamosteyan dikişînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MhjEnsVHc80" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>