Fransayê keştiya balafiran a "Charles De Gaulle" dişîne Rojhilata Navîn

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got welatê wî dê keştiya balafirên Charles de Gaulle û komek şerker pê re bişîne Rojhilata Navîn, da ku li dijî DAIŞ`ê şer bike.

Fransayê keştiya balafiran a "Charles De Gaulle" dişîne Rojhilata Navîn
16 ÇILE, 2020   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Macron diyar kir ku di çarçoveya destekdayîna operasyonên "Chamal de keştiya balafiran a fransî ji Çileyê heya Nîsana wê erka xwe li herêmê bîne cih, beriya ku li okyanosya Atlasî û deryaya bakur belav bibin.

Biryara Fransayê li gel zêdebûna asta nakokiyan di navbera DYA û Îranê de û metirsiyên Fransayê ku ev nakokî wê kedên şerê li dijî DAIŞ`ê kêm bike tê.

 (şx)

ANHA