​​​​​​​Girtekên darizandina Trump destpê kir

Senatoya DYA‘yê bi awayekî fermî dest bi girtekên darizandina serok Donald Trump kirin.

​​​​​​​Girtekên darizandina Trump destpê kir
16 ÇILE, 2020   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

7 mudîrên di meclisa perlamantoyê de wê li dijî serok Trump dozan pêşkêş bikin. Di dîmenekê de e mudîr di nav Capitol Hill de dimeşîn da ku lîsteya tewanan bi awayekî fermî ji Koşka Spî re pêşkêş bikin, diyar bûn.

Seroka perlamantoya Amerîkayê Nancy Pelosi îro serok Donald Trump bi binpêkirina qanûnê tewanbar kir ku alîkariyên ji bo Ukranya diyar kiribûn asteng kir. 

Nancy Pelosi ji rojnamevanan re got: "Buroya rêveberî û budce, Koşka Spî hatin binpê kirin.. Ez dibêjim qanûn binpê kirin..Ev yek careke din pêwîstî bi belge û banga şahidên di Senatoyê de ya ku darizandina Donald Turmp bi rêve bibe xurt dike."

Buroya cezakirinê ya hikumeta Amerîkayê ya girêdayî Kongreya Amerîkayê di rapora xwe de ya ku roja Pêncşemê belav kiriye, got rêveberiya serokê Donald Trump bi veşartina alîkaryiên ewelehî li ser Ukraynayê qanûna giştî ya federal binpê kir, qanûn sala borî ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve hatibû erêkirin.

Buroyê got: "Pêkanîna rasteqîn a qanûnê rê nade ku serok siyasetên kongrê bi siyasetên xwe yên taybet biguhere. Buroya rêveberî û budceyê ji ber sedemek siyasî destekdayîn taloq kir. Li gorî qanûnê ev nabe."

(şx)