Civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya yekemîn bi rapora li ser girîngtirînên xebat û destkeftiyên ku di tevahî aliyan de pêk anîbûn bi dawî kir û her wiha plana ku dê di sala nû de li ser bixebite eşkere kir.

Civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû
Civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû
14 ÇILE, 2020   14:44
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane 2 rojan bê navber li hola civînan a Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê bi beşdariya endamên MSD’ê, Desteya Serokatiya Rêveberiya Xweser, deste, buro û hevserokên 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Ji plan û projeyên girîng ku dê xebat li gorî wê bê kirin wiha ne:

  • Şopandin û temamkirina sazûmaniya rêxistinê ya tevahî deste, buro û desteyan li gorî xwespartina rêziknameya hundirîn.
  • Xebat li ser şopandina derxistina giştîname û biryarên rêxistinî ya der barê xizmeta hêsankirina rêveçûna xebata saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werekirin.
  • Xebat li ser lidarxistina civînên girse yên gel û guhdarîkirina nêrînên wan bi hedefa dîtina çareyan ji azarên wan re were meşandin.
  • Xebat li ser hêsankirina bergiriyên kar bi hedefa sivikkirina bîrokratî û sivikkirina bar li ser şêniyan wê were kirin.
  • Keddayîna ji bo pêşxistina mekanîzmaya  rêveçûna xebatê ya piştgiriya projeya Erka Xweparastinê û erka parastinê bibe mijara yekemîn a Rêveberiyên Xweser û Sivîl
  • Rawestandina li ser, çewtî û şaştiyan û dîtina çareseriyan jê re û lêpirsîna kesên kêmasiyan dikin.
  • Pêşxistina rêbaza rêvebertiyê ya saziyên çapemeniyê.
  • Hewldana pêşxistina xebata nûnertiyên Rêveberiya Xweser yên li derve da ku bi awayekî saziyane bixebitin.
  • Divê girîngiya yekemîn a projeyên di mecalên (xizmetguzarî, fêrkirin û perwerde, tenduristî, aborî û çandî) de bê dayîn.
  • Pêkanîna projeyên geşkirinê ji bo jinan.
  • Şopandina xebatê li goristanên şehîdan, divê girîngî ji zarok û malbatên şehîdan re bê dayîn.
  • Piştgiriya beşên çandî, turîzmî û şûnwaran ku parastina mîras û bermahiyan mîsoger bike her wiha divê binpêkirinên ku li ser cihên dîrokî tên kirin û ji aliyên pêwendîdar re tên şandin, bên şopandin û belgekirin.
  • Berfirgehkirina planên rêxistinî li gorî pêdiviyan û sînordarkirina lêkirina avahiyên bêserûber.
  • Avakirina herêmên endustirî û pîşeyî li gorî pêwîstî û pêdiviyan.
  • Divê girîngiya yekemîn ji projeyên xizmetguzarî yên girêdayî binesazî ji qîrkirin, sererastkirin, çêkirin û restorakirina torên avê û kanalîzasyonê re bê dayîn.
  • Şopandina çareserkirina pirsgirêkên avê li gelek bajarên ku azarên kêmbûna avê dikişînin bê kirin.
  • Divê girîngî li ser kar û barên kampan, pêşxistina rewşên koçberan û xebata bi hemû rêbazan der barê vegerandina wan a warên wan de bê kirin.
  • Divê girîngî li ser dosyeya mirovî û dan û standina pê re ku wek yek dosyeyê bê kirin û piştgiriya buroyê bê kirin ku stratejiya wê pêk bîne.
  • Divê girîngî li ser avahiyên sporê bê dayîn û avahiyên nû bên avakirin û her wiha  navendên geşkirina pîşeyî ji ciwanan re li ser tevahî astan bên avakirin.
  • Divê berneme û xebata tomarkirina sivîl a elektronîk bê pêşxistin.
  • Divê navendên piştgiriya sêwî û astegndaran li gorî pêdivî û derfetan bên avakirin.
  • Domandina xebata sererastkirin, restorakirina dibistanan û dibistanên nû bên avakirin.
  • Divê piştgiriya beşa tenduristî bi rêya restorakirina nexweşxane û navendên tenduristiyên ên heyî bê kirin û her wiha divê pêdivî û alavên wê bên dabînkirin û nexweşxaneyên taybet bên avakirin.
  • Pêşxistina malpera elektronîk ya Rêveberiya Xweser.
  • Avakirina kargehên berhemdayînê bi hedefa dabînkirina derfetên xebatê û peydakirina pêdiviyên şêniyan ji pêwîstiyên jiyanê bi buhayên guncaw.
  • Lidarxistina pêşangeha endustirî ya salane bi demeke diyar.
  • Zêdekirina hejmara firanan da ku pêdiviya şêniyan ji nan pêk bîne.
  • Xebata li ser parastina jînegeh û dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên qirêja jînegehê.
  • Zêdekirina rûberên şînkahiyê li herêmên ziwa bûne da ku nebe çolistan.

(fr)
ANHA