Apê Elî ruxmê êrişên artêşa Tirk erdê xwe diçîne

Apê Elî Mihemed Şerîf (70) ê li kantona Qamişlo, sal ji ber êrişên artêşa  Tirk a dagirker bi zehmetiyên mezin erdê xwe diçîne û cot dike. Lê dîsa jî kar û cotkirina erdê xwe berdewam dike.

Apê Elî ruxmê êrişên artêşa Tirk erdê xwe diçîne
Apê Elî ruxmê êrişên artêşa Tirk erdê xwe diçîne
Apê Elî ruxmê êrişên artêşa Tirk erdê xwe diçîne
14 ÇILE, 2020   05:35
QAMIŞLO-EHEMD SEMÎR-SÎMA BIROKÎ

Elî Mihemed Şêrîf (70) li gundê Xerab Kort ê ku 10 km dikeve rojavayê bajarê Qamişlo û beramberî sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimîne. Apê Elî ji beriya 50 salan ve di erdê xwe de dixebite û debara xwe bi çandiniyê dike.

Cotkarên herêma Cizîrê her sal ji serê Kanûnê ve dest bi cotkirina erdê xwe dikin. Lê Apê Elî sala derbasbûyî ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker di  navîna meha Çileyê de dest bi cotkirinê kir.

Apê Elî got: “Di sala derbasbûyî de min gelek zehmetiya çandinê kişand. Ji ber artêşa Tirk kesên nêzî sînor dibûn dikirin amranc. Lewma min nedihişt zarokên min erd cot bikin û ez bi xwe diçûm.”

Piraniya xelkên gundê Xerab Kort ê ku dikeve rojavayê bajarê Qamişlo debara xwe bi çandiniyê dikin û xwedan 5 hezar donim in, lê nêzî sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û bajarê Qamişlo ye.

Apê Elî erdê xwe pîroz dibîne û israra cotkirinê dike, lewma her çiqasî êrişên artêşa Tirk hene jî Apê Elî bi kotekî 12 Çileyê erdê xwe cotkir.

Apê Elî got: “Erdê min 100 donim e û ez di cotkirinê dereng mame. Par jî em derng man. Destpêkê ez ji êrişên artêşa Tirk ditirsiyam lê dîsa jî min erdê xwe çand û herî dereng mame.”

Di 16’ê Kanûna 2019`an de cotkarê bi navê Mihemed Hisên ê ji gundê Xerab Kort ji ajansa me re gotibû: “Dewleta Tirk nahêle em erdê xwe biçînin. Erdê me ji dirêjahiya gund û heta bi gundê Talika Şerqirî ya beramberî sînor e.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kelûpelên çandiniyê pêşkêş kirin, ji mazotê tovan û kesên zadê wan par hate şewitandin, alîkarî bi wan re kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-Nudvll9fKo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>