Li Reqayê du xwişkên xerat

Di civakek a ku pîşeya xerat "Necar" wek karê mêran tê dîtin de, herdu xwişk Sewsen û Betûl ev nêrîn şikandin û werşeyeke necartiyê vekirin.

Li Reqayê du xwişkên xerat
Li Reqayê du xwişkên xerat
Li Reqayê du xwişkên xerat
Li Reqayê du xwişkên xerat
Li Reqayê du xwişkên xerat
Li Reqayê du xwişkên xerat
Li Reqayê du xwişkên xerat
Li Reqayê du xwişkên xerat
Li Reqayê du xwişkên xerat
14 ÇILE, 2020   06:11
REQA – RÛBA EL-ELÎ

Du xwişk Sewsen El-Hemûd û Betûl El-Hemûd ji bajarê Dêrazorê ne koçberî bajarê Reqayê bûn. Betûl (22) bi hevjîn û du zarokên xwe re dijî. Sewsen (24) ku hevjînê wê ji aliyê çeteyan ve li Dêrazorê hat qetilkirin. Ew û zarokên xwe li malbata dayîk û bavê xwe dijî. Herdu xuşik ji bo debara xwe bi cih bînin dukaneke baton (xerat) vekirin.

Herdu xuşikan di nava 7 mehan de li nêzî Şaredariya Gel a bajarê Reqayê di vê pêşeyê de kar kirin. Di vir de pisportî û pêşketin girtin, dîtin ku dikarin bi tenê werşreyekê xeratê vekin û bi rêve bibin.

Li gor xuwişkan sedema hilbijartina wan ji vê pêşeyê; hezkirina wan ji pêşeya xeratê û peydakirina debara jiyanî ye.

Karê Betûl di vê pîşeyê de bi elaqeya mezin a hevjînê wê û dayik û bavê wê hate nîşandan. Ji ber wê ti pirsgirêk li pêşiya herduyan derneket û nêrîna civakî ya ji karê jinan di vê pêşeyê de şikandin.

Piştî ku Sewsen û Betûl ji taxa Çelebiyê ya Dêrazorê koçberî Reqayê bûn, dest bi lêgerîna hevkarî û pêşgiriyê kirin da ku weşreya xwe ya xeratê vekin. Herî dawî xwe gihandin rêxistineke mirovî ku li bajarê Reqayê dixebite û werşreyek xeratê kirê kir. Meha 10 hezar lîreyên Sûriyê kiriya werşeyê didin.

Sewsen û Beltûl û 8 karkerên din li gorî du danan di werşeyê de dixebitin. Danê yekem ji saet 08:00 heta 14:00‘an e û yê duyemîn ji saet 14:00 heta 17:00‘an e.

Betûl der barê karê xwe de ji ajansa me re wiha dibêje: "Berhemên me rojane ji tevahî alavên textan hene. Wekî din em diçin malan jî û odeyên xewê, buroyên pirtûkan siwan dikin û karê din mîna wan."

Betûl diyar kir ku ew li gorî pêwîstî û daxwaza zibûnan  kar dikin û qezenciyên kar li gorî pêşeyên baş e û ji sedî 25 ji wereşeyên din kêmtir e.

Bitûl û Sewsen diyar dikin ku tevahî cûreyên texên odeya xewê pirtûkxane û sekreton li cem wan hene wekî "Swit pîvana 14-14, xeyzeran, zan, tû û hwd."

Sewsen û Betûl hewl didin di dema pêş de projeya xwe pêş bixin û bi şirketa jinûve avakirinê ya Mensûrayê lihevkirinekê îmze bikin ku ji şirketên madeyên textan e.

Der barê astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin, Betûl dibêje: "Di karekî wiha de divê zehmetî derkevin, wekî rakirina madeyên textikan piştî çêkirina wan. Nêrîna civakî ya ji karê jinan di vê pêşeyê de dibe asteng, lê ev yek bandor li karê me nekir. Israra me ya di xwepêşxistinê de zêde dibe."

ANHA