ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 -01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 -01-2020
14 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê şehîd Xebat Dêrik di salvegera wî ya 8‘emîn de li Goristana Şehîd Xebat bi bîr tînin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de diome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyiên bajarê Qamişlo sersaxiyê ji malbatên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebas Ebas û Ridwan El-Hemîdî re yên ku di bombebarana balafireke bê mirov a dewleta Tirk li ser gundê Dugurê yê Tirbespiyê de şehîd bibûn, dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê Serêkaniyê yê ku ji ber dagirkeriya Tirk koçber bûye got: “Hevser û zarokên min vegeriyan Serêkaniyê. Ji bo ez herim wir kurê min girtin û zext li hevsera min kirin. Ji wan re gotin ev mal ne ya we ye û tiştek we têde tune ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê Rêveberiya Xweser şaxê Ewropa Ehmed Şêxo got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bangên misogerkirina yekîtiya kurdî hatin kirin. Em jî banga yekîtiya kurdistanî dikin, lê me xwest ji Rojavayê Kurdistanê dest pê bibe. Lê mixanbin hinek alî xizmeta dagirkeriyê dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mihemed Deham got: “Çareseriya aloziya Sûriyê, di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye. Çareseriyên derveyî welat encaman erênî bi xwe re naynin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star ya herêma Efrînê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan konê çalakiyan li navçeya Ehdasê yê Şehbayê vedide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mafnas, rewşenbîr û siyasetmedarên herêma Efrînê bang li partiyên kurdî kirin ku yekîtiya xwe ava bikin û gotin: “Yekîtî garangiya pêşerojêke geş e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di civakekê de ku pêşeya xerat "Necar" ayidê zilmana tê dîtin, herdu xuşik Sewsen û Bitûl ev nêrîn şikandin û werşeyeke necartî vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Azarên koçberên di kampên bêserûber de dimînin her ku diçe zêde dibe, di demekê de ku rêxistinên mirovî rola xwe baş bi cih nayînin. Meclisa Sivîl a Reqayê pêşniyara ku koçberên di van kampan de di demekê nêzîk ve ji bo kampên rêxistinkirî werin veguherin, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Apê Elî Mihemed Şerîf (70) ê li kantona Qamişlo, sal ji ber êrîşên artêşa  Tirk a dagirker bi zehmetiyên mezin erdê xwe diçîne û cot dike. Lê dîsa jî kar û cotkirina erdê xwe berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jêderên debara jiyanî ya xelkê navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek in. Lê ji sedî 70 şênî di çandiniyê de dixebitin. Piştî ku dewleta dagirker du bajarokên navçeyê dagir kirin, jêderên debara şêniyan kêm bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA