Fîlmê "Ji bo azadiyê" li Qamişlo hate pêşandan

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, hunermend û rewşenbîr fîlmê "Ji bo azadiyê" li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate pêşandan.

Fîlmê "Ji bo azadiyê" li Qamişlo hate pêşandan
13 ÇILE, 2020   18:14
QAMIŞLO

Komîna Fîlm Rojava vê care fîlmê "Ji bo azadiyê" li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo pêşand.

Fîlm duh li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê hatibû pêşandan.

Fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ ji aliyê derhêner Ersîn Çelîk ve li bajarê Kobanê hatiye kişandin û berxwedana 100 rojan a ciwanên Kurd li Sûra Amedê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bûyerên rasteqîn pêkhatine vedibêje. Fîlm cara yekem di Mîhrecana Sîmena ya Navnetewî de li Hindistanê hate pêşandan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/80-tqQRn6yQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>