Bi dîmen.. dewriyeya Rûsya di navber Eyn Îsa û Sewama Şergirakê de meşiya

Hem wextî ku dewriyeya hevbeş a 8‘an Rûsya û Tirkiyê li Kobanê pêk hat. Du dewriyeyên Rûsyayê di navbera Eyn Îsa û Sewama Şergirakê de heta bajarokê Çelebiyê yê gundewarê Girê Spî hate meşandin.

Bi dîmen.. dewriyeya Rûsya di navber Eyn Îsa û Sewama Şergirakê de meşiya
13 ÇILE, 2020   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeya hevbeş a 8‘an a Rûsya û Tirkiyê li kantona Kobanê pêk hat. Dewriye li gelek gundên rojavayê kantona Kobanê meşiya.

Di heman demê de dewriyeyeke din a Rûsyayê ji navçeya Eyn Îsayê ber bi Sewama Şergirakê ya gundewarê Girê Spî ve derket. Dewriyeyek din a Rûsyayê ji Sewama Şergirakê ber bi bajarokê Çelebiyê ve derkete.

Herdu dewriye di heman wextî de di hacizê Eyn Îsayê re derbas bû. Li ser herdu dewriyeyan helîkopterên Rûsyayê ji bo parastinê difiriyan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dsIzNC9v5eU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>