Li Beyrûtê biranîna şehîdan

Li Beyrûtê ku paytexta Lubnanê ye, jinên şoreşger Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Hevrîn Xelef hatin bibîranîn.

Li Beyrûtê biranîna şehîdan
Li Beyrûtê biranîna şehîdan
Li Beyrûtê biranîna şehîdan
Li Beyrûtê biranîna şehîdan
Li Beyrûtê biranîna şehîdan
13 ÇILE, 2020   18:58
BEYRÛT

Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li paytexta Lubnan Beyrûtê ji bo bîranîna her sê jinên şoreşger ên komkujiya Parîsê Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Hevrîn Xelef rêze civîn li dar xistin.

Civîn li meclisên Beyrût, Terablus, Cinûb û Keferdubyan hatin lidarxistin.

Dayka Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef, bi sedan kurdên li Lubnanê û endamên Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk tev li civînan bûn.

Di civînan de gelek axaftin hatin kirin. Kesên axivîne şehîdên azadiyê bi bîr anîn û komkujiya li dijî her sê jinên têkoşer ku ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve di sala 2013‘an  hatibû kirin û qetilkirina Hevrîn Xelef şermezar kirin.

Di civînan de dayka şehîd Hevrîn Xelef axivî, diyar kir ku zihniyeta li pey komploya komkujiya li dijî sê jinên kurd ên têkoçer Sakîne û hevalên wê heman zihniyeta ku sûcên hovane yê qetilkirina Hevrîn Xelef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye.

Dayika Hevrîn diyar kir ku armanc ji sûcên li dijî jinan, têkbirina giyanê têkoşîn û azadiya ya bi pêşengtiya jinên Kurd ên şoreşger e. Dayika Hevrîn banga xwedîdkerina li şehîdan û domandina xeta têkoşînê kir.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA