SANA: Tirkiyê û rejîma Sûriyê li Rûsya  civiyan

Ajansa nûçeyan a "SANA‘ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku li Moskowyê civîneke sêal di navbera Rûsya, Tirkiyê û rejîma Sûriyê de pêk hat.

SANA: Tirkiyê û rejîma Sûriyê li Rûsya  civiyan
13 ÇILE, 2020   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di SANA‘yê ya girêdayî rejîma Sûriyê hatiye parvekirin de, îro li Moskowyê civînek di navbera Rûsya, Tirkiyê û rejîma Sûriyê de pêk hat. Ji rejîmê Serokê Buroya Ewlehiya Netewî Elî Memlûk û ji  Tirkiyê serokê saziya Îstîxbatan Hakan Fîdan di civînê de bûn.

Li gorî nûçeyê di civînê de lihevkirinên der barê Idlibê de, vekirina rêya Heleb-Laziqiyê û Heleb- Hema hatin gotibûbêjkirin. Aliyên Sûriyê ji Tirkiyê xwest rêzê ji serweriya komkara Sûriyê ya erebî serxwebûn û selametiya yekitiya gel û xaka wê bigire û dimildest ji tevahî xaka Sûriyê vekişe.

Serokê Rûsyayê beriya çend rojan serdana Şamê kir û hevdîtin bi serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed re kir, piştre berî da Tirkiyê û bi serokê wê re Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Rûsya û Tirkiyê ji destpêka tora çaremîn a Astanayê ve der barê Sûriyê de gelek lihevkirin îmzekirin. Di çarçoveya lihevkirinên herdu aliyan de Rûsya hişt ku rejîm herêmên berfireh ên di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de kontrol bike, her wiha Rûsya destûr da Tirkiyê ku dest bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

ANHA