Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Kobanê civînek gelêrî lidar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Kobanê civînek gelêrî lidar xist. Di civînê de endamên rêveber ên partiyê geşedanên li herêmê rû didin şîrove kirin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Kobanê civînek gelêrî lidar xist
12 ÇILE, 2020   14:41
KOBANÊ

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Kobanê civînek gelêrî lidar xist. Di civînê de endamên rêveber ên partiyê geşedanên li herêmê rû didin şîrove kirin. Civîn li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê kobanê lidar ket. Bi dehan şênî, endamên saziyan, partiyên siyasî yên kantonê tev li civînê bûn.

Civîn ji hêla serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê Kedîm Ibrahîm, cîgira serokê partiyê Fatme Şaban, endamê Meclisa Giştî ya partiyê Ibrahîm Cuma û endama Buroya Jin a partiyê şaxê herêma Firatê Mîdye Umer ve hate birêvebirin.

Kedîm Ibrahîm di civînê de behsa mudexeleyên derve di aloziya Sûriyê de, berxwedana hêzên YPG û YPJ`ê li Kobanê li dijî DAIŞ, rola neyînî ya Rûsyayê di Sûriyê de kir. Kedîm diyar kir ku Rûsya desteka Tirkiyê di êrişên wê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Srûiyê û dagirkirina axa Sûriyê kir.

Kedîm Ibrahîm teqez kir ku ew ê liberxwe bidin heya ku gelê Sûriyê bigihînin ewlehiyê û aloziya welêt bidanîna pergalek demokratîk li ser bingeha wekeheviyê bidawî bikin.

Piştre endamê Meclisa Giştî yê partiyê Ibrahîm Şaban girêdayî girîngiya partiyê, armancên wê, pêkanîna rêgezên jiyana hevpar û diloygê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêbazên aştiyane axivî.

Di dawiyê de sînevizyonek girêdayî jiyan û têkoşîna sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku di kemîn artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de dema diçû Qamişlo şehîd ketiye hate pêşendan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ySePJaOecJc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>