Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan

aDi encama topbarana çeteyên artêşa Tirk a li ser taxên bajarê Helebê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên rejîma Sûriyê bersîva êrîşan da. Li derdorê bajêr şerên demkurt çêbûn.

Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên Tirkiyê Heleb topbaran kirin, sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan
12 ÇILE, 2020   14:58
HELEB-MIHEMED EBDO-ARÊF SILÊMAN

Îro li bajarê Helebê şer di navbera  hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker, de rû da.

Şerê li aliye rojavayê bajarê Helebê tam ji aliyê bajarokê Kefer Hemra, Dahrêt Ebid û kargehên Bileremûnê ve çêbûn.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker îro gelek taxên bajarê Helebê; Sebîl, Çarxerêya Şîhan, kolana Nîl, Xalidiye û kolana Tişrîn topbaran kirin. Di encamê de sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek din birînda bûn.

Ji sivîlên jiyana xwe ji dest dane ciwanê bi navê Merwan Xilo (26) yê ji bajarê Kobanê hate naskirin. Merwan Xilo xwendekarê zanîngeha El-Itîhad bû.

Hêzên Rejîmê bersîva êrîşan da û bargehên çeteyan ên li herêma El-Qebir El-Inglizî, bajarokê Kefer Hemra, Dahrêt Ebid û kargehên Bileremûnê topbaran kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uL0lsa-J_5s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>