Li Qamişlo civîna ji bo yekîtiya netewî

Di civîna nûnerên Partiya Kesk a Kurdistanê û Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava de, partî û blokên siyasî yên kurdî gotin: “Giringe ku li dijî aliyên ku banga gelê Kurd a yekitiya nîştimanî bi cih naynin, helwesteke cidî û dawî were giritin.”

Li Qamişlo civîna ji bo yekîtiya netewî
Li Qamişlo civîna ji bo yekîtiya netewî
Li Qamişlo civîna ji bo yekîtiya netewî
Li Qamişlo civîna ji bo yekîtiya netewî
12 ÇILE, 2020   14:28
QAMIŞLO- EHMED MIHEMED

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd di pêşeroja Sûriyê de û ji bo rê li pêşiya lîstina aliyên herêmî û navdewletî bi çarenûsa gelê Kurd were girtin, hin aliyên kurdî li Sûriyê hewl didin ku refa kurdî û xîtaba siyasî bikin yek. Di çarçoveya van hewldanan de însyatîfa Komîteya Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê KNK û însyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî, pêk hat.

Ji bo bi cihanîna bang û însyatîfa Hêzên Sûriye Demokratîk her wiha ji bo gihîştina çareserî û biryarên xizmeta doza kudî dikin, îro Partiya Kesk a Kurdistanê û Yekitiya Hêzên Kurdî li Rojava li navenda Partiya Kesk li bajarê Qamişlo bi hev re rûniştin.

Di 25`ê Tebaxa sala borî de 5 partiyên siyasî yên kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin navê " Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava"de, bi daxuyanekê hevgirtina xwe ragihandin. Partiya Biratiyê Ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê El-Partî, Partiya Yekitiya Nîştimanî Ya Azad, Partiya Tekoşînê ya Demokratîk, Partiya Komarî Ya Kurdistanê û komeke kesên serbixwe, di yekitiyê de cih digirin.

Ev civîn piştî serdana berpirsên Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava ya ji buroya Partiya Kesk a Kurdistanê re pêk hat. Di civînê de berdevkê Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava Ebd El-Kerîm Siko, seroka Partiya Tekoşînê ya Demokratîk Xunav Mela û serokên Partiya kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê tevî hejmareke endaman amade bûn.

Beşdarên civînê mijara sereke ku yekitiya nîştimanî ya kurdî û çawaniya pêkanîna wê, nîqaş kirin.

Her wiha tekez kirin ku girînge li dijî aliyên ku banga gelê kurd a yekitiya nîştimanî bi cih naynin, helwesteke cidî û dawî were giritn û hesab ji wan bê xwesetin. Her wiha partiyên ku bi awayekî zelal tev li vê însyatîfê nabin bên teşhîrkirin û ev yek ji gel Kurd re bê şîrovekirin.

(şx)

ANHA