Şêxên eşîran serdana eniyên şer kir

Şandeyek ji şêx û nûnerên eşîrên li Reqa û Tebqayê û fermandarên QSD`ê îro serdana şervanên li eniyên şer ên li bajarokê Eyn Îsa kir.

Şêxên eşîran serdana eniyên şer kir
Şêxên eşîran serdana eniyên şer kir
Şêxên eşîran serdana eniyên şer kir
Şêxên eşîran serdana eniyên şer kir
Şêxên eşîran serdana eniyên şer kir
Şêxên eşîran serdana eniyên şer kir
12 ÇILE, 2020   13:57
EYN ÎSA

Bi dehan şêx û nûnerên eşîrên Reqa û Tebqayê û fermandarên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nav şandeyê de amade bûn. Şandeyê ji Reqayê berê xwe da eniyên şer.

Şervanan pêşwaziya şandeyê kir, paşê bi navê şêxên eşîran li Reqayê şêxê eşîra El-Berîc Elî El-Xabûr axivî û piştgiriya xwe bi QSD`ê û Berxwedana Rûmetê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê tekez kir. Her wiha Elî Xabûr destnîşan kir ku ev serdan wek deyneke xweş ji ked û xebatên di parastina gelên herêmê de didin.

Her wiha şandeyê serdana endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li daketina bajarokê Eyn Îsa kir û li wir endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarokê Eyn Îsa Mihemed Reqa axivî û spasiya şandeyê kir.

ANHA