HRE’yê li Şêrawayê li leşkerên Tirk da: 2 kuştî, 5 birîndar

Hêzên Rizgariya Efrînê duh li Şêrawayê baregeheke leşkerên artêşa Tirk a dagirker kir hedef. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

HRE’yê li Şêrawayê li leşkerên Tirk da: 2 kuştî, 5 birîndar
12 ÇILE, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxuyaniyeke nivîskî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku duh li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şêrawa ye Efrînê li dijî baregeheke leşkerên Tirk çalakiyek pêk anî. HRE’yê piştrast kir ku di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Her wiha hate HRE’yê diyar kir ku duh li navçeya Şera jî çalakiyek hatiye lidarxistin lê belê encamên wê nehatine zelalkirin.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Li herêma Efrîn û derdora wê çalakî û operasyonên hêzên me li dijî artêşa dagirker û çeteyên wê bê navber didomin. Hêzên me li dijî artêşa Tirk 2 çalakiyên bibandor li dar xistin.

Hêzên me di 11’ê Çileyê de li gundê Basûfanê yê bi ser navçeya Şerêwa ve bi çalakiyeke bibandor baregeheke leşkerên artêşa Tirk hedef girt. Di encamê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Di heman dîrokê de hêzên me li gundê Meryemîn ê bi ser navçeya Şera ve bi çalakiyekê baregeheke leşkerên artêşa Tirk hedef girt, lê belê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Di heman dîrokê de artêşa dagirker û çeteyên wê bi obusan gundên Başemrê, Soxanekê, Tinnib, Şêwarxa, Malikiyê û Merenaz topbaran kirin. Di heman demê de artêşa dagirker bi balafirekî Drone gundê Şêwarxa bombebaran kir. Di encamê de zîyaneke madî gihîşt welatiyên herêmê.”