Şahoz Hesen: Em xwediyê projeyeke demokratîk in û ne tu aliyekî şerê etnîkî ne

Hevserokê PYD’yê Şahoz Hesen bang li tevahî aliyên kurdî kir ku li dor maseya diyalogê û yekparebûnê bicivin.

Şahoz Hesen: Em xwediyê projeyeke demokratîk in û ne tu aliyekî şerê etnîkî ne
Şahoz Hesen: Em xwediyê projeyeke demokratîk in û ne tu aliyekî şerê etnîkî ne
Şahoz Hesen: Em xwediyê projeyeke demokratîk in û ne tu aliyekî şerê etnîkî ne
11 ÇILE, 2020   12:32
QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) Şahoz Hesen, di civîna salane ya endamên partiyê li kantona Qamişlo ya ku li Akamdeyiya Şehîd Yekta Herkol a navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo li dar ketiye, axivî.

Şahoz Hesendi di civînê de li ser pêşketinên siyasî yên dawîn axivî û wiha got: "Dewleta Tirk ji destwerdana dewletan a li aloziya Sûriyê şans girt û parçe ji xaka Sûriyê dagir kir. Her wiha jî em wek partiya PYD’yê, tevahî alî agadar kir ku dewleta Tirk hewl dide ji nû ve xwenên Osmaniyan bi rêya destwerdana li herêmê, vejîne."

‛EM TÊKILIYÊN XWE BI DEWLETÊN EREBAN RE BI PÊŞ DIXIN, BI TAYBET BI MISRÊ RE’

Hesen piştrast kir ku krîza li herêmê berfireh dibe û heta gihişt dewletên cîran jî, sedema vê jî, destwerdanên derve li kar û barên herêmê ye û wiha anî ziman: "Îro dewleta Tirk azara krîza hundirîn û tevliheviya di siyasetên xwe yê derve de, dikişîne."

Şahoz îşaret pêk kir ku ew wek PYD’ê ne aliyê tu şerê etnîkî li herêmê ne û wiha pê de çû: "Em xwediyê projeya demokratîk in, ji bo wê dixebitin û nahêlin tu şerekî etnîkî ku bandorê li projeya me ya demokratîk bike, pêk were. Her wiha jî têkiliyên siyasî û dîplomasî bi dewletên ereb, bi taybet Misrê û hin dewletên rojavayî re çêdikin."

NEXŞEYA JI SÊ BENDAN

Hevserokê PYD’yê Şahoz Hesen behsa hewldanên der barê yekparebûna kurdî kir û wiha dewam kir: "Bang li tevahî aliyên kurdî dikin ku li dora maseyekê bicivin û yekparebûna xwe çêkin da ku nexşeyekê deynin."

Hesen 3 salên xalên bingehîn ên nexşeyê diyar kirin ku jê jî berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker, parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xebata dîtina çareseriya doza Kurd li Sûriyê.

DERIYÊ DIYALOGÊ BI TEVAHÎ ALIYAN RE VEKIRIYE

Hesen di dawiyê axaftina xwe got ku dê merheleya pêş asoyên nû bi xwe re bîne ku kedeke zêde pêkan e. Her wiha bal kişand ser ku ew ji bo diyaloga bi tevahî aliyan re vekirîne û doza çareseriya aloziya Sûriyê bi tevan re nîqaş dikin.

(fr)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NYwzX6Ws59M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>