Rejîmê nuqteya çavdêriya Tirkriyê kir hedefa xwe

Li herêmên bi navê "Herêmên bê çek" şerekî giran rû da, hêzên rejîmê bi topan nuqteyên çavdêriyê li gundewarê rojavayê Helebê kir hedefa xwe, her wiha bombebarana xwe ya asmanî û bejahî li gundewarê Idlibê zêde kiriye, di demeke ku Rûsya û Tirkiyê behsa agirbesteke nû dikin.

Rejîmê nuqteya çavdêriya Tirkriyê kir hedefa xwe
11 ÇILE, 2020   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîmê bi topan nuqteyeke çavdêriyê ya Tirkiyê li Cebel Idnan li gundewarê bakur û rojavayê Helebê kir hedefa xwe, hêzên Tirkiyê yên li baregehê jî bersiv dan û nuqteyên rejîmê li derdora herêmê bi topan kir hedefa xwe.

Der barê mijarê de, balafirên şer ên rejîma Sûriyê herêmên li Meret El-Nûman û derdora wê, herêmên Dadyîx, Kefer Betîx û Xan El-Sibil û herêmên din li Cebel El-Zewiyê li başûrê Idlibê bombebaran kir.

 

Her wiha balafirên şer bi gelek bermîlên teqemeniyê Meret El-Nûman, Til Minis, Xan El-Sibil û herêma Cebel El-Erbeyîn kir hedefa xwe.

Ev geşedan di demeke ku Rûsya û Tirkiyê behsa agirbesteke nû dike, lê ew li ser pêkanîna wê li hev nekirin.

Her wiha Rûsya duh ragihand ku agirbesta li Idlibê bi hevpeymana Tirkiyê re pêk hat, lê Tirkiyê got ku agirbest ji nêviyê şeva 12`ê Çileyê dest pê dike.

Ev ne hevpeyamana yekemîn e ku Rûsya û Tirkiyê pêk tînin, beriya niha jî der barê agirbesta li herêmê bi navê "Bê çek" hevpeyman ragihandin, lê hemû bibin ketin, Rûsya jî beriya niha gef li Tirkiyê xwarin ku ew hevpeymanên der barê Idlibê de pêk nayîne.

(jo)