Ukrayna: Me ji Washingtonê agahiyên girîng têkildarî xistina balafira xwe wergirtin

Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelinsky eşkere kir ku welatê wî agahiyên girîng ji Washingtonê der heqê rûxandina balafira welatê wî ya li Îranê de wergirtine û dûr nabîne ku bi moşekan hatiye hedefgirtin. Li aliyekî din jî YE’yê banga lêpirsîneke serbixwe têkildarî mijarê kir.

Ukrayna: Me ji Washingtonê agahiyên girîng têkildarî xistina balafira xwe wergirtin
10 ÇILE, 2020   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelinsky got îhtîmala rûxandina balafira Ukraynayê bi roketan li Îranê dûr nabîne. Di encama rûxandina balafirê de, rêwî û tîmên balafirê jiyana xwe ji dest dabû.

Zelinsky got îro dê bi wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo re lêpirsînê nîqaş bike.

Serokê Ukraynayê anî ziman ku wezîrê karên derve yê welatê wî bi dîplomatên amerîkî re hevdîtin pêk aniye ku hin agahiyên girîng der barê rûxandina balafirê de wergirtine.

Yekitiya Ewropayê (YE) jî banga lêpirsîna serbixwe der heqê rûxandina balafira Ukraynayê ya li Îranê de kir.

Balafira Ukraynayê bi rasthatina avêtina Îranê ya moşekan li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê li ser bersivdana kuştina Qasim Suleymanî, ketibû xwarê.

(fr)