‘Diyaloga Sûrî-Sûrî xilasiya gelê Sûriyê ye’

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û girtina derî li pêşiya destwerdanên derve, divê diyaloga Sûrî- Sûrî were aktîvkirin.

‘Diyaloga Sûrî-Sûrî xilasiya gelê Sûriyê ye’
10 ÇILE, 2020   07:32
HELEB-MIHEMED EBDO-ARIF SILÊMAN

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê banga diyaloga Sûrî- Sûrî kir.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê- şaxê bajarê Helebê Beraa Mehmûd got: "Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê û rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê diyaloga Sûrî-Sûrî çareseriya herî guncaw e. Ji lew re mirov dikare wê bi keştiya xilasiyê û ewlehiyê ji gelê Sûriyê re biwesifîne. Da ku rê li pêşiya dewleta Tirk û mudexeleyên derve bigirin."

Mehmûd wiha domand: "Ji bo birêvebirina gel ber bi ewlehiyê ve diyaloga Sûrî- Sûrî di vê pêvajoya hesas de pêwîstiyek e. Berovajî, wê Sûriyê û herêmê ber bi çaranûseke nediyar ve bibe. Divê hemû pêkhateyên Sûriyê di hevdîtinên Sûrî-Sûrî de bin. Ji bo ku derstûreke avaker û mafê herkesî were parastin, bê nivîsîn.”

Endama Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê-şaxê Helebê Suheyle Birîm got: "Êdî bes e kuştin û koçberkirin. Divê em çareseriyeke aştiyane bi rêya rûniştandina rêgezên diyaloga di navbera aliyên Sûriyê de deynin. Li cem me rewşenbîrên ku dixwazin welêt ji nû ve ava bikin hene. Derfetên me ji bo wê jî hene."

Girêdayî girîngiya diyalogê ji bo avakirina destûreke biedalet de, Suheyle got: "Ji destpêka avakirina partiya me ve, em banga pirrengiyê dikin. Em dibêjin divê tu alî neyên dûrxistin. Pirrengî rêya vekirina deriya diyalogê û çareserkirina nakokiyan bi rêzbazên aştiyane ye."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jF2_ZB0zqkQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>