Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şaredariyê projeyên xwe yên sala 2019’an bi dawî kirin.

Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin
Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin
Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin
Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin
Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin
Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin
Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin
Şaredariya Gel li Helebê projeyên sala 2019`an bi dawî kirin
10 ÇILE, 2020   08:44
HELEB-MIHEMED ABDO-ARIF SILÊMAN

Îsal Şaredariya Gel a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn. Ji van projeyan; projeyên sererastkirine rêyan û zîftkirinê, zêdekirina firinan, vekirina gelek şitilgeh û baxçeyan, peydakirina sotemenî û kehrebeyê.

Piştî gilî û gazinên der barê xerabûna rêyan û çêbûna golên avê de, komîteyên şaredariyê dest bi zîftkirina rêyan û sererastkirina rêyên sereke yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Li ser vî esasî 10 hezar û 190 metre rê zîft kirin.

Li gel vê yekê projeyên kanalîzasyonê hatin çêkirin, hezar û 165 metre borî danîn û beşên din jî paqij kirin. 15 gol beton kirin û 10 rogar vekirin.

Di heman demê de îsal projeyên rakirina çopa ji taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê bi dawî kirin.  Her wiha şaredariyê li taxa Eşrefiyê baxçeyê bi navê "Îstîqam" vekir. Çeteyan dema di 2016`an de tax dagir kiribû, baxçe kiribû cihê veşartina miriyên xwe.

PÊDIVIYÊN ŞÊNIYAN BI CIH DIKIN

Şaredarî li gorî derfet û îmkanên xwe pêdiviyên şêniyan li bazêrê bi cih dike û Komîteya Gazê domdar tûpên gazê peyda dike. Îsal zêdetirî 99 hezar û 65  tûpên gazê yên biçûk û 28 hezar û 47 tûpên mezin hatin belavkirin.

Di çarçoveya sererastkirina binesaziyê de şaredariyê torên avê sererast kirin û av gihaşt taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê. Ji wan 361 xet, 114 navendên voltaja bilind û 4 rêyên sereke hatin sererastkirin.

Der barê mijara kehrebeyê de komîteya taybet xetên nû çêkirin, trans danîn û heta niha nêzî 20 torên nû xebitandine.

Hevserokê Şaredariya Gel ê şaxê Helebê Mihdî Bîlal got: “Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê binesaziya taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê wêran bûn. Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rewş xerabtir bû.”

Mihdî Bîlal wiha lê zêde kir: “Em hewl didin li gorî derfetên xwe kehrebeyê peyda bikin. Divê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye zêdetirî 106 transên kehrebeyê bên danîn da ku kehrebe bigihîje taxan. Lê li cem me tenê 18 trans hene. Bendên kontrolê yên rejîma Sûriyê di vî warî de gelek astengiyan ji me re çêdikin. Ev jî zextê li ser torê zêde dike, di encamê de tor xirab dibe. Em hewl didin kêmasiyan derbas bikin. Em dixebitin da ku baştirîn xebatan ji şêniyan re pêşkêş bikin û hewl didin projeyên heyî bi dawî bikin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3JKsgUXYaxs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>