4 hezar û 500 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava

Derdora 4 hezar û 500 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê di deriyê Sêmalka re vegeriyan warên xwe.

4 hezar û 500 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava
4 hezar û 500 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava
4 hezar û 500 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava
4 hezar û 500 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava
4 hezar û 500 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava
4 hezar û 500 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava
9 ÇILE, 2020   08:11
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Piştî artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, dest bi qirkirina gel û guhertina demografiyê kir. Bi hezaran sivîl koçber bûn û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn.

Ji ber vê yekê sivîl neçar man berê xwe bidin Başûrê Kuristanê û li kampa Berdereş bi cih bibin. Lê piştî Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kamp ji koçberan re vekir, tevî êrişên artêşa Tirk berdewam in, koçberên li Başûrê Kurdistanê berê xwe da Rojava.

Lewma rêveberiya dergeha Sêmalka û Fîş Xabûr di hefteyekê de 2 roj ji bo derbasbûna koçberan veqetandin.

Di vê mijarê de gerînendeyê têkiliyên dergeha Sêmalkayê Baz Ehmed ji ajnasa me re axivî û got: “Nêzî 4 hezar û 500 koçberên li kampa Berdereş a Başûrê Kurdistanê vegeriyan bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lewma me di hefteyekê de 2 roj ji bo di deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bibin, veqetand.”

Baz Ehmed di dawiya axaftina xwe de got di her komekê de 300 kes hene û hîn jî koçber vedigerin Rojava.

(eh)

ANHA