‘Şehîd Sakîne û hevalên wê çirûskên têkoşîna jinên azad in’

Jinên bajarê Helebê komkujiya ku îstixbarata Tirk li dijî sê têkoşerên jin pêk aniye, şermezar kir û got “Wê li dijî hemû pergalên desthilatdar ên li dijî jinan, asta berxwedanê bilind bibe.”

‘Şehîd Sakîne û hevalên wê çirûskên têkoşîna jinên azad in’
9 ÇILE, 2020   08:30
HELEB-SOLÎN REŞÎD

9`ê Çileya 2013’an îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li paytexta Fransayê Parîsê qetil kirin.

Bi boneya 7’emîn salvegera şehadeta her sê têkoşeran, jinên bajarê Helebê nêrînên xwe yên li ser hersê jinan rave kirin. Jinan diyar kir ku dê li ser şopa her sê têkoşeran bin.

Jina bi navê Cîhan Hisên got: "Di kesayeta her sê şehîdan Sakîne, Leyla û Fîdan de em tevahiya şehîdên azadiyê yên jin bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan didin. Em ê têkoşîna xwe li hember tevahiya pergelên desthilatdar ên li dijî rizgariya jinan mezin bikin."

Cîhan komkujiya li dijî her sê têkoşeran şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze vîna jinan û israra wan bişikîne. Lê ew nikare ji ber ku jin xwedî vîn û hêz in û li hember cîhanê xwe îsbat kir. "

Jina bi navê Zînet Elî got: "Em hêza xwe ji têkoşeran digirin. Bi saya fikrên wan me rêxistinek ku vîna jinan diparêze, ava kir."

Her wiha jina bi navê Sewsen Nasan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker xwest tevgera azadiya jinan biçewisîne. Sewsen got: “Em teslîm nabin. Jin di şoreşa Rojava de bi saya têkoşîna her sê şehîdan bi ser ketin.”

(şx)

ANHA