‘Bi sedan Kurdên ji Rojava di girtîgehên Tirkiyê de ne’

Serpêhatiya Ehmed Welî serpêhatiya bi sedan welatiyên di zindanan de vedibêje. Ehmed ji bo debara xwe bike berê xwe dide Tirkiyê lê piştî wê jiyana wî dibe jiyaneke biêş.

‘Bi sedan Kurdên ji Rojava di girtîgehên Tirkiyê de ne’
9 ÇILE, 2020   07:59
KOBANÊ-DÎCLE EHMED-ZANA SEYDÎ

Serpêhatiya Ehmed Welî (42) serpêhatiya bi sedan welatiyên di zindanan de vedibêje. Ehmed ji bo debara xwe bike berê xwe da Tirkiyê. Piştî wê jiyana wî bû jiyaneke biêş. Wekî bi sedan şêniyên Sûriyê yên ku di girtîgehên Tirkiyê de, ew jî li xirbetê di girtîgehê de ye. Dewleta Tirk bi îdiayên ecêb Ehmed Welî girtiye.

Serpêhatiya Ehmed Welî li gundê Carqilî yê rojavayê bajarê Kobanê yê nêzî sînorê Tirkiyê dest pê dike. Ehmed beriya 4 salan ji bo her 7 zarokên xwe xwedî bike, di sînorê Sûriye-Tirkiyê re derbasî Tirkiyê bû.

Ehmed Welî bi tawana bi rêbazên neyesayî û terorê derbasî welat bûye, 12 sal ceza lê hatin birîn. Paşê cezayê wî bû 3 sal û 7 heft meh. Lê piştî çend dadgehan Ehmed got: “Ez ji bo pariyê zarokên xwe derbasî Tirkiyê bûme.”

Ehmed 7 mehan di girtîgeha Rihayê de maye, paşê ew birin Lîwaa Îskenderon, ew girtîgeh jî hikumeta Tirkiyê ji “terorîstan” re veqetandiye.

Ehmed gelek kesên Kurd û Ereb ên ji Sûriyê di girtîgehê de dîtine. Ehmed wiha dibêje: “Min gelek kesên sûrî di girtîgehê de dîtin. Dema min tawanên wan bihîstin, ez mat mam. Ji ber piraniya wan ji bo ku stranên kurdî guhdarî dikirin, an jî wêneyek bi cil û bergên kurdî belav kirine, li dijî dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê, an jî beşdarî şahiyên gel ên kurdî bûne, hatine girtin.”

Ji ber vê yekê çarenûsa bi sedan gelên sûrî di girtîgehên Tirkiyê de tarî maye. Tê zanîn ku 2018`an Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê çewisandina azadiyê û girtiyan de lîsteyek derxist lê tevî vê yekê jî dadgeh guh nadinê.

Ehmed Welî axaftina xwe wiha domand: “Me gelek caran lêdan xwar, carekê tola leşkerên Tirk ên di oparasyonên Efrînê de 2018`an de mirine ji me hilandin. Ji me re digotin hûn terorîst  in, her wiha gelek caran ji me re digotin bibin sîxur û agahiyan ji mirovên xwe yên li kantona Kobanê wergirin û bi vî awayî  me dê xizmeta hikumeta Tirkiyê bikira. Lê me ev yek red dikir. Lewma rewşa Kurdên di girtîgehê de zêdetir dijwar dibû.” 

Ehmed Welî 3 salan di girtîgeha Lîwaa Îskenderon ma. Ehmed 4 salan di girtîgeha Tirkiyê de ma û agahiya malbata wî ji wî tune bû.

Di vê mijarê de diya Ehmed ku bendewarê kurê xwe bû, wiha dibêje: “Ez gelekî bendewarê kurê xwe mam û beriya hefteyekê çavên min li kurê min ketin û hêsir ji çavên min herikîn.”

(eh)

ANHA