Serokê Rûsya li Stenbolê ye

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî ji Şamê derket çû Stenbolê.  Tê payîn ku sibe diyalogan bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan re pêk bîne û projeyên dana gaza Rûsya ji bo Tirkiyê  vekin.

Serokê Rûsya li Stenbolê ye
7 ÇILE, 2020   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlin di daxuyaniyê de diyar kir  ku di plana karê serokê Rûsya ya 7 mehê li Tirkiyê ti karên fermî tunene û di 8 mehê de dê dest bi serdanê bike.

Kremlinê berî niha diyar kiribû ku Putin dê di 8 mehê de serdana Stenbolê bike û projeya"Torrent a Tirkiyê" da ku gaza Rûsya bidin Tirkiyê veke.

Kremlin diyar kir ku Putin dê  bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan re bicive û mijarên pêşxistina têkiliyên Rûsya-Tirkiyê û dozên navdewletî yên astengdar di nav wan rewşa Sûriyê û Lîbyayê de gotûbêj  bikin.

Putin beriya ku biçe Stenbolê serdana Şamê kiribû, li  navenda kombûyîna hêzên Rûsî ya li Şamê bi hempîşeyê xwe yê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed re civiya, her wiha li kolanên bajar geriya û serdanan mizgefta Umewî û dêra Katetra ya Meryam kiribû.

(eh)