Aldar Xelîl: Rastiya şoreş û yekitiyê bi berxwedana şehîdan pêkan e

Aldar Xelîl diyar kir ku rastiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rastiya yekitiyê bi berxwedana şehîdan pêkan e, bi taybet jî dema ku tevahî Kurdistanê bersiva seferberiyê daye û piştrast kir ku dê sala 2020 bibe sala serkeftinê û sala rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên ku artêşa dewleta Tirk dagir kirine.

Aldar Xelîl: Rastiya şoreş û yekitiyê bi berxwedana şehîdan pêkan e
Aldar Xelîl: Rastiya şoreş û yekitiyê bi berxwedana şehîdan pêkan e
Aldar Xelîl: Rastiya şoreş û yekitiyê bi berxwedana şehîdan pêkan e
Aldar Xelîl: Rastiya şoreş û yekitiyê bi berxwedana şehîdan pêkan e
Aldar Xelîl: Rastiya şoreş û yekitiyê bi berxwedana şehîdan pêkan e
Aldar Xelîl: Rastiya şoreş û yekitiyê bi berxwedana şehîdan pêkan e
7 ÇILE, 2020   13:58
QAMIŞLO

Bi sedan pêkhateyên bajarê Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kom bûn ku cenazeyê Remedan Baran (Rojhilat Amed) ê ku di 2’yê Çileya 2020’an de şehîd bûbû, spart axê. Her wiha jî navên 4 şehîdên QSD’ê yên ku di Berxwdana Rûmetê ya li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, hatin ragihandin.  

Navên şehîdên ku merasîma xiyabî ji wan re hatiye çêkirin, wiha ne; Îmam Bekir Denîz (Azad Ruha) di 17’ê Cotmeha 2019’an de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbû, Yûsiv Acibalik (Yûsiv Xenes) di 27’ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbû, Mihemed Yûsiv (Xebat Kazar) û Abdulsetar Kara (Şoreş Kevir) her du di 13’ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbûn.

Her pênc şehîdên bi navên Rojhat, Azad, Yûsiv,  Xebat û Şoreş ji Bakurê Kurdistanê piştî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kantona Kobanê ragihandiye û piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî bajêr di nîvê sala 2014’an de derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û beşdarî tevahî şerên ku YPG, YPJ û QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Cotmehê de pêk anîne, bûn.

Di dema gihîştina cenazeyê Rojhat Amed a Goristana Şehîd Delîl Sarûxan de, hevalên wî cenaze hilgirt û ber bi dikeya merasîmê e bir.

Di merasîmê de, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî û wiha destnîşan kir: "Ev merasîm wateyeke xwe ya mezin û binirx heye, ji ber ku ev şehîd ji parçeyên dîtir ên Kurdistanê berê xwe dane Rojava û her wiha jî sînorên çêkirî nas nekirin û hawariya gelê Rojava kir. Da ku parastina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê bikin, ev e rastiya yekitiyê."

Aldar Xelîl pêşdeçûnên li herêma Rojhilata Navîn bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav kirin û wiha got: "Tevahî herêm di rewşeke şer de ye û em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina xwe li dijî xetereya hebûna me hedef digire, dikin."

Xelîl destnîşan kir ku têkoşîna wan li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker ku gelek bajar wekî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus û Babê dagir kirine, berdewam e û her wiha bal kişand ser pêwîstî bi bilindkirina asta têkoşînê û yekitiya refan da ku destkeftiyan biparêzin.

Xelîl bal kişand ser berxwedana ku gelê herêmê pêk aniye ku dengeyên hêzê guhartine û wiha got: "Berxwedan berdewam e û şêniyên me yên li parçeyên dîtir piştevaniya me dikin û bi wê re jî hêviyên mezin ên serkeftinê li gel diafirînin."

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl piştrast kir ku dê sala 2020’an bibe sala serkeftinê û her wiha jî sala serkeftina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê dagir kirine.

Piştî axaftinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs wesîqeyên şehîdan xwendin û piştre cenazeyên şehîd Rojhat Amed li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oRIUfhOvyZs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>