Serdema yekemîn a sala xwendinê li herêma Cizîrê hat dirêjkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê werza yekemîn a xwendinê ya 2019-2020’an heta dawiya meha Çileyê dirêj kir da ku xwendekarên ku di encama êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji perwerdeyê bê par mane, kêmasiyên xwe temam bikin.

Serdema yekemîn a sala xwendinê li herêma Cizîrê hat dirêjkirin
7 ÇILE, 2020   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an dest bi êrişan kir, di encama wê de karê gelek saziyan rawestiya, ji wan jî dibistanên Bakurê Sûriyê ku şêniyên koçber tê de bi cih bûn.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê biryarnameyek ji rêveberên dibistanên kantona Hesekê û Qamişlo re derxist û tê de dema werza (serdem) yekemîn a sala xwendinê heta 30`ê Çileyê hatiye dirêjkirin û dê werza duyemîn a sala xwendinê 9`ê Sibatê dest pê bike.

ANHA