Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
7 ÇILE, 2020   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bilmez serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da ji bo ku bi muwekilê xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Parêzerên Ocalan; Newroz Uysal û Rêzan Sarıca, piştî 8 salan di 2 û 22'yê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi Ocalan re kiribûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7'ê Tebaxê bê bersiv tên hiştin.