Şerq El-Ewsat: Rûsyayê nexşerêyek pêşkêşî Kurdan kir

Rojnameya Şerq El-Ewsat îdia kir ku Rûsyayê nexşerêyek pêşkêşî Rêveberiya Xweser kiriye da ku bi rejîma Şamê re li hev bikin. Di nexşerêyê de xalek jî ew e ku Kurd tev li komîteya destûrê bibin.

Şerq El-Ewsat: Rûsyayê nexşerêyek pêşkêşî Kurdan kir
7 ÇILE, 2020   11:25
NAVENDA MÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Gazete Duvar a ku ji rojnameya Şerq El-Ewsat veguhastiye, heyeteke Rûsyayê di rojên dawîn de li Qamişloyê rêzecivîn pêk anîn. Hate îdiakirin ku heyeta leşkerî ya Rûsyayê di 26’ê Kanûna 2019’an de li Qamişlo li gel rayedarên Rêveberiya Xweser rûnişt û heyetê nexşerêyeke ku ji 10 xalan pêk tê, pêşkêşî rayedaran kir.  

Li gorî çavkaniyên Şerq El-Ewsatê heyeta Rûsyayê ev nexşerê di 25’ê Kanûnê de ewilî bi rayedarên hikumeta Şamê re nîqaş kirin û paşê di şeva 26’ê Kanûnê de li Qamişloyê bi rayedarên PYD’ê re nîqaş kirin. Çavkaniyan diyar kir ku heyetê guhdariya pêşniyarên hemû aliyan kiriye û dibe ku di rojên pêş de dîsa biçe Şamê.

10 pêşniyazên di nexşerêyê de wiha ne:

- Beşdarbûna Kurdan a nav Komîteya Destûrê ya Sûriyê.

- Temsîlkirina tevgera siyasî ya Kurdan di nav hikumeta Sûriyê de.

- Bicihkirina parêzvanên sînor ên Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê ji sînorê Sêmalka heta Minbicê.

- Di navbera Şam û Kurdan de avakirina komîteyên hevpar ên aborî û leşkerî.

- Derxistina belgeyên fermî ji bo Kurdan û derxistina belgenameyên fermî ji bo xwendekarên Kurd.

- Destpêkirina diyalogan di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de.

- Avakirina koordînasyokê ji bo çavkaniyên enerjiyê, nemaze jî ji bo Bendava Firatê ya li Tebqayê da ku her du alî ji çavakniyên enerjiyê sûdewar bibin.

- Vekişîna artêşa Sûriyê ji dibistan û zanîngehên li herêmên Kurdan.

- Vekirina rêya di ser Bokemalê re Helebê bi sînorê Iraqê ve girê dide.

- Temînkirina ewlehiya nuqteyên kontrolê yên artêşa Sûriyê yên li rojavayê Firatê.