Îran: Me 13 senaryoyên bersivdana DYA’yê danîn

Îranê 13 senaryo li ser besivdana kuştina Qasim Suleymanî danîn û gefa hedefgirtina hêzên Amerîkayê yên li herêmê xwar û her wiha jî Pantagon wek rêxistina terorê bi nav kir.

Îran: Me 13 senaryoyên bersivdana DYA’yê danîn
7 ÇILE, 2020   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro sekreterê giştî ya Meclisa Bilind a Ewlehiya Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî got li gel Îranê 13 senaryo li ser bersivdana kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî hene.

Şemxanî bal kişand ser tolhildana ji DYA’yê li ser kuştina Suleymanî û wiha got: "Ya herî kêm dibe ku bibe karesateke dîrokî ji Amerîkayê re."

Şemxanî li gel kovara "Herem" a Îranê wiha anî ziman: "Diviyabû ku Amerîka sûcê kuştina Suleymanî pêk neaniya û niha jî divê barê wê hilgire."

Şemxanî  îdia kir ew baregehên Amerîkayê yên li herêmê û tevgerên wan dişopînin û dizanin di asta herî jor a amadekariyê de ne û wiha pê de çû: "Amerîkî dizanin ku em dikarin keştiyên wan ên li herêmê bi moşekên menzîlnavîn û menzîlkurt, hedef bigirin."

Di berdewama axaftinê de Şemxanî wiha got: "19 baregehên Amerîkayê hene ku ji nav jî 11 navendên fermandariya herêmê ne, ku pir ji sînorên me yên rojhilat û rojava ne dûr in. Ji wê zêdetir jî 8 baregehên Amerîkayê li bakur û başûrê Îranê hene. Her wiha jî hin agahî li gel Îranê hene ku amerîkiyan gerên xwe yên li herêmê kêm kirin û tenê li baregehên xwe bi cih dibin."

Şemxanî wiha got: "Bersiva me ji bo kuştina Suleymanî dê ji hêzên Amerîkayê li herêmê re be, eger bixwaze wan li baregehan bihêle, em ê hem li baregeh, hem jî hêzên Amerîkayê bixin."

 Şemxanî wiha pê de çû: "Eger Amerîka hêzên xwe rast ji herêmê dernexe, dê neçar bibin ku cenazeyên wan derxin."

Der barê mijarê de, Meclisa Şêwirê ya Îranê li ser qanûna binavkirina endamên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon) di rêxistinên terorê de, erê kir. Ajansa Nûçeyan a Îranê "IRNA" ragihand ku 233 parlamenteran, xetên sereke û detayên projeya qanûnê "bi awayekî lezgînî" erê kirin.

Di qanûna ku hate erêkirin de, hemû endamên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon), hevkar, saziyên girêdayî wê û fermandarên destê wan di kuştina Qasim Suleymanî de hene, dikevin xana terorê.

 (fr-jo)