Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir

Buroya Enerjî û Peywendiyan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê sala 2019`an ji bo projeyên enerjiyê 100 milyon û 161 hezar dolar xerc kirine, her wiha amadekariyên projeyên nû bi budçeya 4 milyon û 603 hezar dolaran dike.

Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
Buroya Enerjî û Peywendiyan plana sala nû diyar kir
7 ÇILE, 2020   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Rêveberiya Xweser li her 7 rêveberiyên xwe pêwîstiyên welatiyan a enerjiyê dabîn dike. Rêveberiya Xweser bi armanca berfirehkirina avakirina li herêmê hem sazûmaniya çavkaniyên enerjiyê ava kir û ji nû ve stasyonên erejiyê sererast dike, hem jî torên veguhastinê yên sereke sererast kirin û kehrebe xurt kir. Ajansa me makanîzmaya karê Buroya Enerjî û Peywediyan a Herêma Cizîrê şopand.

Buroya Enerjî û Peywendiyan di sala 2019`an girîngî da ser dabînkirina kehrebeya herêmê, berfirehkirina beşên birêvebirinê da ku bi karê li herêmên herî dawîn hatine rizgarkirin, rabe, nexasim herêmên başûrê kantona Hesekê.

Her wiha projeyên stratejîk ên ku buroyê dane meşandin, projeyên dayîna kehrebeyê ya ji bo Siwêdîkê ya rojhilatê herêma Cizîrê, enefên şeşan xebitandin. Li Cipisa stasyona kehrebeyê ava kirin, li bajar û bajarokan 70 navendên taybet hatin vekirin. Bi armanca başkirina kehrebeyê zêdetirî 35 jenetor hatin guhartin. Her wiha ji ber ku li gelek bajarên herêma Cizîrê pêwîstî bi kehrebeyê hebû, 15 navendên nû vekirin û li herêmên başûrê kantona Hesekê ji nû ve torên kehrebeyê hatin sererastkirin.

Lêçûna Buroya Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê ya sala par gihaşt 100 milyon û 616 hezar û 800 dolarî. Her wiha hinardeyên buroyê jî gihaşt 260 milyon û 200 dolarî.

Têkildarî zor û astengiyên Buroya Enerjî û Peywendiyan hevserok Ahîn Siwêd wiha got: “Hinan bi armanca diziyê tor xerab kirin, hin hêj ne diyar in. Alavên stasyonên enerjiyê nedihatin peydakirin û xetên enerjiyê ji pirên têne herêmê, lawaz bûn.”

Niha jî Buroya Enerjiyê û Peywendiyan ji bo sala 2020`an li herêma Cizîrê amadekariyên projeyên hîn bi dawî nebûne û projeyên nû dikin. Ji wan li Hesekê, Til Ehmed û Til Hemîs ji nû ve stasyonan û 25 navendên nû li bajar û bajarokên kantonê ava bikin. Xetên enerjiyê ji piran heta stasyonên herêmê dê biguherînin, lêçûna wan jî 4 milyon û 603 hezar dolar e.

Tevî zor û zehmetiyan û şerê li herêmê lê hêj Rêveberiya Xweser xizmeta herêmê dike, projeyên stratejîk bi pêş dixe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LyJPYuxBW28" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>